Çeteyên Tirkiyê malên Ermeniyan kirine baregeh

Ermenên ji kantona Girê Spî ya dagirkirî koçberbûne gotin: “Kiryarên dewleta Tirk berdewamiya qirkirinên ku împaratoriya Osmanî di sala 1914-1915`an li ser Ermeniyan pêk anîne ye.”

Çeteyên Tirkiyê malên Ermeniyan kirine baregeh
24 kanûn, 2019   05:35
EYN ÎSA-ŞERVÎN MISTEFA

Malbata welatiyê Ermen ê navê Ebû Corc û malbatên din ên gundê Xirbit Elû yê bejahiya Girê Spî ya dagirkirî, destpêka êrişên artêşa Tirk ên di 9 Cotmehê de, koçber bûn. 

Ebû Corc wiha got: “Çawa be jî em li herêmeke ku artêşa Tirk ew dagirkiriye, namînin ji ber em ji dubarekirina qirkirina li dijî me ditirsin.”

Piştî gelê Ermen ji gundên xwe û ji bajarê Girê Spî derketin, çeteyan kelûpelên malên wan talankirin, hilberîna ceh a îsal û alavên çandiniyê, dizîn.

Çeteyan malên Ermenan kirin navendên leşkerî û malbatên çeteyan ên ku ji Idlibê, Cerablus û Ezazê hatine bicihkirin.

Ebû Corc wiha got: “Ez li gundekî ku pêkhateyên Kurd, Ereb û Ermeniyan hembêz dikir, dijiyam. Lê artêşa Tirk jiyana me xerab kir û malbat der bi der kirin. Li gund 4 malbatên Ermenî dijiyan û hemû jî mirovên hev bûn. Çeteyan ew koçber kirin mal û milkên wan wêrankirin.”

Ebû Corc di dawama axaftina xwe de got: “Çeteyan mala apê wî kirine navenda leşkerî û malên din  jî kirine barageh û cihê lêpirsîna bi sivîlan.”

Ebû Corco nerehetiya xwe anî ziman û wiha pê de çû: “Ez ditirsim artêşa Tirk qirkirina gelê Ermen dûbare bike. Lewma kesên ji Tirkiyê direvin naxwazin li herêmên ku Tirkiyê û çeteyên xwe dagirkirine bimînin.”

 

Li gel ku Ebû Corc pişrat dike ku gelê Ermen li Girê Spî û gundewarên wê nemane û îdîayên Tirkiyê yên piştgiriya malbatên Ermen bê bingeh in. Ebû Corc got: “Em Ermen in. Neraste ku Tirkiye me diparêz e. Tenê 15 malbatên Ermen hene, hin ji wan ber bi bajarê Helebê ve çûne û hin jî ber bi Hesekê ve çûne.”

Ebû Corc di dawiya axaftina xwe de banga derxistina Tirkiyê ji Sûriyê kir û garantiya jiyana xwe xwest.

(eh)

ANHA