SANA: Artêşa rejîmê bajarokê Cercenaz kontrol kir

SANA‘yê ragihand ku artêşa Sûriyê bajarokê Cercenaz kontrol kiriye, ku xeta parastina çeteyên Tirkiyê ya yekemîn li bajarê Marêt Nuaman li başûrê gundewarê Idlibê ye.

SANA: Artêşa rejîmê bajarokê Cercenaz kontrol kir
23 kanûn, 2019   21:02
NAVENA NÛÇEYAN

SANA‘yê ya girêdayî rejîma Sûriyê got: "Yeknîneyên artêşê piştî rizgarkirina bajarokê El-Tih ê stratejîk, hejmarek ji gund û mezrayên derdora wê, îro ber bi gundên Dêr ê rojhilat, Babolîn, Ebû Mekî, bajarokê Cercenaz ve pêşketin ku mezintirîn nuqteyên çekdaran li gundewarê Marêt El-Nûman e."

Ajansê wiha got: "Yekîneyên artêşê roja Yekşemê gund, mezra El-Herkî, El-Qiratî, El-Birc, Tehteya, Til El-Himsî û Ferwan ên herêma Marêt El-Nûman ê başûr rojhilatê gundewarê Idlibê vegerandin bin kontrola xwe piştî ku çekdarên tê de tune kirin."

Marêt El-Nûman wek nuqteyek sereke ji çeteyên girêdayî Tirkiyê re li ser rêya giştî di navbera Hema û Helebê tê hesibandin. Hêzên Rejîma Sûriyê hindek maye nuqteya Tirkiyê li El-Serman ê rojhilatê bajêr dorpêç bike.

(şx)

ANHA