Li Til Hemîsê Navenda Ciwanên  Şoreşger vebû

Rêxistinên ku beşdarî vekirina Navenda Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê li Til Hemîsê bûne, piştrast kir ku divê perwerde û birêxistinkirina ciwanan li gorî vê merheleyê pêk bê û her wiha divê behreyên wan bên teşwîqkirin ku civak ber bi pêş ve biçe.

23 kanûn, 2019   13:41
QAMIŞLO

Bi dirûşma "Dest bi dest bi QSD’ê re" Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê îro navendek li navçeya Til Hemîsê ya herêma Cizîrê bi beşdariya girseya şênî û ciwanan vekir.

Hedefa Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê piştî lidarxistina kongreya 2’yemîn a di 9-10’ê Mijdara 2018’an de, pêşketina asta ciwan û bihêzkirina tevgerê li tevahî bajarên Sûriyê, xwebirêxistinkirina li ser tevahî astan bi rêya vekirina navend û buroyan li tevahî bajarên Sûriyê, bi taybet li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye.

Di merasîma vekirina Navenda Şehîd Musena ya Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê li navçeya Til Hemîsê de bi navê PYD’ê rêveber Heyal Xiwêr, bi navê Tevgera Çand û Hunerê ya navçeya Til Birakê Îbrahîm El-Sultan, bi navê Yekitiya Werzîşê hevserokê Yekitiya Wezîşê ya kantona Qamişlo Muwefeq El-Ehmed û bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan hevserokê meclisê Ehmede El-Ebawî axivîn.

Axêveran piştrast kir ku divê perwerde û rêxisitina ciwanan li gorî merheleyê be û divê behreyên wan bên bihêzkirin da ku civak ber bi pêşketin û pêşdeçûnê ve biçe.

Axêveran bal kişand ser qurbaniyên mezin ên ku keç û xortên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di rizgarkirina herêm û cîhanê ji çeteyên DAIŞ’ê de dane û bang li rêxistinên mirovî yên ku bi gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê re tê dikoşin, kir ku piştevanî û piştgiriyê berdewam bikin.

Piştî axaftinan, tîma şanoyê ya Navenda Çand û Hunerê ya Til Birakê, şanoyek li ser rewşa li bakurê Sûriyê pêşkêş kir. Piştre dayika şehîd Musena, Xezala El-Muşrif deriyê navendê vekir.

Şehîd Musena El-Keran (Cîger) ê ku Navenda Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê bi navê wî hatiye binavkirin, şervanê YPG’ê bû ku di hemleya rizgarkirina bajarê Minbicê ji çeteyên DAIŞ’ê de, şehîd bûbû.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/e3NZ9hsyqp8" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>