Êriş li Gerînendetiya Bazirganiyê ya Tebqayê hate kirin

Kesên nenas êrişî Gerînendetiya Bazirganiyê ya Tebqayê kir û di encamê de 2 nobetdar şehîd bûn û karmendeke gerînendetiyê birîndar bû.

Êriş li Gerînendetiya Bazirganiyê ya Tebqayê hate kirin
23 kanûn, 2019   11:41
TEBQA

D êrişa vê sibehê ya bi çekan a li dijî Gerînendetiya Bazirganiyê ya girêdayî Komîteya Aboriyê ya Tebqayê de, 2 nobetdarên gerînendetiyê şehîd bûn û karmendeke gerînendetiyê birîndar bû.  Karmenda birîndar rakirin nexweşxaneyê.

Buroya li diî Sûcên Birêxistinkirî ya girêdayî Hêzên Ewlekariya Hundirîn dever dorpêç kir û dest bi lêpirsîna der barê bûyerê de kir. Agahiyên berfireh der barê bûyerê de heta vê saetê bi dest neketine.

(fr)

ANHA