Dibe ku Meiret Nûman radestî rejîma Sûriyê bê kirin

Rayedarekî rejîma Sûriyê eşkere kir ku hin tevgerên li ser radestkirina Meiret Nûman ji rejîmê re bêyî ku şer çêbe, hene. Di heman demê de şerê dijwar di navbera hêzên rejîmê û komên çeteyên yên girêdayî dewleta Tirk de kêm bûn.

Dibe ku Meiret Nûman radestî rejîma Sûriyê bê kirin
23 kanûn, 2019   09:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Endamê qaşo Komîteya Lihevanîna Neteweyî ya rejîma Sûriyê Umer Rehmon li ser tevgerên ber bi radestkirina bajarê Meiret Nûman û gundên derdora wê ji hêzên rejîmê re bêyî şer, axivî.

Rehmon li gel rojnameya El-Weten a girêdayî rejîmê piştrast kir ku bi gelek aliyên aktîf li herêma Meiret Nûman û gundên derdora wê ji Xedqa û Meerşorîn re têkilî danîn ku pêşniyara pêkanîna lihevanînê wek çawa li Helebê pêk hatiye, hat pêşkêşkirin.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) jî daxuyand ku gurbûna şer di navbera hêzên rejîm û komên çete yên girêdayî Tirkiyê li başûr û rojhilatê bejahiyên Idlibê de ji vê sibehê ve kêm bûye. Navendê diyar kir ku ew jî ji ber rewşa hewayê li herêmê ye.

Girêdayî mijarê, komên çete yên girêdayî dewleta Tirk êrişeke bersivdanê di saetên borî de li ser herêma Babolînê pêk anî û nikarîn herêmên ku winda kirine, careke din vegerînin. Her wiha jî rejîm tu pêşdeçûneke nû ji dema serweriya wê ya şeva berê li ser Babolînê ve pêk neanî.

Hêzên rejîmê di destpêka operasyona leşkerî di 19`ê mehê de 31 herêm kontrol kirin; herêma Um Celal, Um Tiwênê, Xerîbê, Rebîa, Şerê, Bernan, Sehal, Fercê, Ebo Hebê, Refê, Serec, Heran, El-Sîdî, Til Dem, Qetrê, Til Şêx, Berîsê, Mezra El-Elî, Birc, Herakî, Menazêr, Tehtaya, Helbê, Qeratî, Kerstenê, Meyîsrûnê, Seqîyê, El-Tih, Sirman, Ebo Mekî û Babolîn.

Dezgehên çapemeniyê yên rejîmê duh ragihand ku hêzên wan nuqteyên Tirkiyê li bajarokê Sirman li rojhilatê Meiret Nûman li gundewarên Idlibê dorpêç kiriye.

Rûsya û hêzên rejîmê jî li herêmên bi navê "bêçek" bombebaran zêde kirine û qala operasyoneke mezin li Idlibê dikin.

(bx)