Li taxa Şêxmeqsûd ezmûnên serdema yekemîn dest pê kir

Di bin çavdêriya Komîteya Xwendin û Perwedeyê ya Civaka Demokratîk de îro li taxa Şêxmeqsûd a Helebê ezmûnên serdema yekemîn dest pê kir.

Li taxa Şêxmeqsûd ezmûnên serdema yekemîn dest pê kir
Li taxa Şêxmeqsûd ezmûnên serdema yekemîn dest pê kir
Li taxa Şêxmeqsûd ezmûnên serdema yekemîn dest pê kir
Li taxa Şêxmeqsûd ezmûnên serdema yekemîn dest pê kir
Li taxa Şêxmeqsûd ezmûnên serdema yekemîn dest pê kir
23 kanûn, 2019   11:35
HELEB

Îro li Dibistana Şehîd Qehreman Efrîn a li rojhilatê taxa Şêxmeqsûd, ezmûnên werza (serdema) yekemîn ên xwendekarên asta navîn û amadehiyê bi ezmûna zimanê kurdî dest pê kir.

Ezmûn di bin çavdêriya Komîteya Xwendin û Perwerdeya Civaka Demokratîk de tên birêvebirin û dê 8 rojan dewam bikin.

Mamosteya Dibistana Şehîd Qehreman Firyal Mensûr ji hemû xwendekaran re serkeftin xwest û diyar kir ku ezmûn bi rêk û pêk derbas dibin.

(cx)

ANHA