Tevî nakokiyan… şandeyeke rejîmê û Tirkiyê li Moskovê ne

Îro du şande; yek a rejîma Sûriyê û ya din a Tirkiyê gihaştin paytexta Rûsyayê Moskovê, di demekê de ku nakokî di navbera berjewendiyên wan li qada Sûriyê heta Lîbyayê de derdikevin.

Tevî nakokiyan… şandeyeke rejîmê û Tirkiyê li Moskovê ne
23 kanûn, 2019   11:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê karên derve ya Rûsyayê Sergey Lavrov îro bi wezîrê karên derve yê rejîma Sûriyê Welîd Mûellîm re dicive ku serdana xwe ya li Rûsyayê dest pê kiriye, da ku beşdarî xebatên komîteya hikumeta dualî ya hevbeş bibe.

Beriya niha Rûsyayê bang li rejîmê kir ku di dan û standinên siyasî de hîn bi nermî tev bigere. Şêwirmendê taybet ê serokê Rûsyayê yê Sûriyê Aleksander Lavrentiev û cîgirê wezîrê karên derve yê Rûsya Sergey Verşînin bi serokê rejîma Sûriyê Beşar Esed re civiyan.

Berpirsên Rûsyayê bang li rejîma Sûriyê kir ku berjewendiyên hemû aliyên etnîk û olî bibînin.

Di berjewendiyên Rûsya û Tirkiyê de nakokiyeke mezin li qada Sûriyê û Lîbyayê rû dide, li herêma Idlibê li "herêma bêçek" şerekî giran ku gefan li hilweşandina dan û standinên di navbera her du aliyan dixwe, rû dide.

Li Lîbyayê jî nakokî zêdetir dibin, ew yek piştî ku Erdogan got welatê wî nikare beramberî çeteyên ku desteka xwe ji Rûsyayê digirin, bê deng bimîne. Her wiha piştî ku Rûsyayê fikarên xwe ji anîna leşkerên Tirkiyê ji Lîbyayê re ev yek pêk hat.

Her wiha ne dûr e ku di navbera van aliyan de peymaneke nû çêbe ku îro rejîmê got dibe ku Mieret Nûman bê şer radestî wan bê kirin.

Tirkiyê jî di dirêjiya aloziya li Sûriyê û herêmê de gefên xwe ji Rûsyayê re zêde dikirin, lê her tim peymanan pê re îmze dike.

(jo)