Talîbanê kuştina leşkerê amerîkî li xwe girt

Tevgera Talîban ragihand ku wê leşkerî amerîkî dema şer di navbera hêzên Amerîka û Afganistanê de li herêma Qendozê ya bakurê welêt derketiye, kuştiye.

Talîbanê kuştina leşkerê amerîkî li xwe girt
23 kanûn, 2019   09:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa Reutersê li ser zimanê berdevkê Tevgera Talîban Zebîhullah Mucahî dauxyand ku tevgerê leşkerê amerîkî di şerê li herêma Qendoz a bakurê welêt de kuşt.

Artêşa Amerîkayê di demeke berê de ragihandibû ku leşkerekî wê di şerê bi çekdarên li bakurê welêt de hatiye qetilkirin. Artêşa Amerîkayê tu hûrgiliyên dîtir der heqê bûyerê de zelal nekirin û navê leşkerê ku hatiye qetilkirin heta agahdarkirina xizmên wî, eşkere nekir.

Dan û standinên aştiyê di navbera DYA û tevgera Talîban de bi biryareke ji nişka ve ji serokê Amerîkayê Doland Trump di Îlonê de, di demeke her du alî ji îmzekirina reşnivîsa lihevkirina ku bi xwe re dê 18 salên şer li Afganistanê bi dawî bikirana, hatin rawestandin.

Çavkaniyên îstîxbatî yên rojavayî bi bîr xist ku Qeter tu xizmet ji DYA’yê re yan jî aştiya li Afganistanê bi rêya sponseriya dan û standinên li Dewhayê, pêşkêş nekirin. Lê berevajî wê rûyê wê wek dewleta hembêzker a rêxistinên terorîst zêdetir eşkere bû.

(fr)