HPG`ê 3 gerîlayên şehîd bi bîr anî

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê nasnameyên 3 gerîlayên ku di 6'ê Hezîranê de li Xakurkê di encama êrişeke hewayî ya dewleta Tirk de şehîd bûn eşkere kir.

HPG`ê 3 gerîlayên şehîd bi bîr anî
23 kanûn, 2019   09:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bi daxuyaniyekê nasnameyên 3 gerîlayên ku di 6'ê Hezîranê de li Xakurkê di encama êrişeke hewayî ya dewleta Tirk de şehîd bûn eşkere kir.

Daxuyanî wiha ye:

"Di 6'ê Hezîrana 2019'an de li herêma Xakurkê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê ji ber êrişeke hewayî ya artêşa TC a dagirker hevalên me Axîn (Dîlek Tektaş), Ekîn (Yoncagul Agaç) û Hêlîn (Leyla Çelîk) şehîd bûn. Agahiyên der barê hevalên me yên şehîd bûn wiha ne:

Nasnav: Axîn Sozdar

Nav û paşnav: Dîlek Tektaş

Cihê jidayikbûnê: Wan

Navê dayikê: Hacer

Navê bav: Zahîr

Cih û dîroka şehadetê: 6'ê Hezîrana 2019'an / Xakurkê

Nasnav: Ekîn Çemçe

Nav û paşnav: Yoncagul Agaç

Cihê jidayikbûnê: Qers

Navê dayik: Rabîa

Navê bav: Sîracettîn

Cih û dîroka şehadetê: 6'ê Hezîrana 2019'an / Xakurkê

Nasnav: Hêlîn Bawer

Nav û paşnav: Leyla Çelîk

Cihê jidayikbûnê: Mêrdîn

Navê dayikê: Halîse

Navê bav: Mehmet

Cih û dîroka şehadetê: 6'ê Hezîrana 2019'an / Xakurkê

Hevrêyên me Axîn, Ekîn û Hêlîn li bajarên cuda yên Kurdistanê ji dayik bûn û bi welatparêziya civaka xwe mezin bûn. Her sê hevrêyên me yên jin ku dîtin gelê Kurd tine tê hesibandin û di her kêliyê de komkujî dikarin lê bên kirin, li dijî êrişên dagirkeriyê yên li Kurdistanê di demên cuda de tevlî nava Têkoşîna Azadiyê bûn. Ji roja ku xwe gihandin refên têkoşînê û pe ve jiyana xwe edayî azadiya gelê xwe kirin û li ser bingeha felsefeya jinên azad a Rêbertî xwe perwerde kirin. Hevalên me li her devera ku wezîfe lê kirin bi pêşengî tevgeriyan, wezîfe û berpirsyariyên xwe bi rengekî serketî pêk anîn. Hevrêyên me ku ji aliyê hevalên xwe ve dihatin hezkirin di dema operasyona dagirkeriyê de bi xeta xwe ya berxwedanê bûn mînak ji hevrêyên xwe re.

Di demekê de ku êrişên faşîst gihîştin asta herî bilind hevrêyên me Axîn, Ekîn û Hêlîn tevlî berxwedana dîrokî bûn. Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me em sersaxiyê ji gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin û soz didin ku em ê têkoşîna wan heta pêkanîna xewn û xeyalên wan ên jiyana azad bi rengekî bêeman bimeşînin."