Rejîmê bersiva moşekên Îsraîlê da

​​​​​​​Rejîma Sûriyê ragihand ku sîstema parastina hewayî bersiva êrişa moşekên Îsraîlê li herêma derdora Şamê daye.

Rejîmê bersiva moşekên Îsraîlê da
23 kanûn, 2019   07:53
​​​​​​​NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa Sana ya girêdayî rejîma Sûriyê ragihand ku şevê din moşekên Îsraîlê li ser herêmên gundewarên Şamê ketin.

Ajansê diyar kir ku sîstema parastina hewayî ya artêşa Sûriyê şevê din derdora saet 23:00`an bersiva moşekan da û moşekek Ii herêma Eqreba ya bejahiya Şamê ket.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) diyar kir ku dengê 3 teqînan li paytexta Şamê û gundewarên wê hatin bihîstin. Teqîn ji ber bersivdayîna sîstema parastina hewayî ya rejîmê ji moşekên ku tê gotin ku ên Îsraîlê ne û li dijî baregehên hêzên rejîmê û baregehên Îranê li navenda Şamê, hatin bikaranîn, pêk hat.

Di nava çend salên dawîn de Îsraîlê bi sedan moşek avêtin Sûriyê. Îsraîl dibêje ku wan moşek ber bi hêzên girêdayî Îran û Hizbullahê ve avêtine.

Piştî civînên Rûsya û Îsraîlê ku Îran ji ber wan hêrs bû, rêjeya bombebaranê zêde bûye. Tevî ku sîstema parastina hewayî ya Rûsyayê jî heye lê Îsraîl herêmên Sûriyê topbaran dike.

(bx)