Rêxistinên NY‘yê, girêdayî siyasetên navdewletî ne

Buroya Karûbarên Rêxistinan diyar kir ku rêxisitnên ser bi NY‘yê ve heta niha bangawaziyên lezgîn ên koçberan bi cih neanîne û got: “Sedema vê yêkê girêdana wan bi siyasetên dewleta va ye.”

23 kanûn, 2019   06:00
HESEKÊ – NESRÎN ELÎ

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di êrişên xwe yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi sed hezaran sivîl dan koçberkirin. Rêveberiya Xweser wekî reweşeke awarte koçber di kampan û dibistanan de bi cih kirin. Pêwîstiyên koçberan ên rojane jî, ji aliyê Rêveberiys Xweser ve tê bi cih anîn. Niha 4 hezar malbatên koçber di 110 dibistanên herêma Cizîrê de dimînin.

Hevserookê Buroya Karûbarên Rêxistinan a Herêma Cizîrê Xalid Îbrahîm, di der barê rewşa koçberan de agahî da û got ku, ji ber derfet û alîkariyên têne şandin kêm in bi hatina zivistanê re zehmetiyên koçberên di dibistanan de dikişînin zêdetir dibin. .

Îbrahîm, di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser rewşa xwendekarên ji perwerdeyê qut bûne û destnîşan kir ku, hejmara xwendekarên ji perwerdeyê qut bûne li gorî Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Kantona Hesekê 68 hezar xwendekar in û got: "Ji bo ku xwendekar karibin xwendina xwe temam bikin Rêveberiya Xweser kampa Waşûkanî li bajarokê Tiwîna yê 12 km dikeve rojavayê bajarê Hesekê vekir. Heta em karibin em ê hewl didin koçberan veguhêzên kampê."

Hevserokê Buroya Karûbarên Rêxistinan Xalid Îbrahîm destnîşan kir ku rêxistinên girêdayî Neteweyên Yekbûyî heta niha bersiv nedane banga wan a şandina alîkariyan ji bo koçberan û wiha domand: "Wexta em bang li rêxisitinên Neteweyên Yekbûyî dikin dibêjin em girêdayî siyasetên dinin û nikarin alîkariyê pêşkêşî koçberên ji Serêkaniyê û gundên wê bikin."

Îbrahîm diyar kir ku tenê Rêveberiya Xweser bi hevkariya hin rêxistin û komeleyên herêmî alîkariyê didin koçberan û destnîşan kir ku Rêveberiya Xweser hewl dide malên gerok pêşkêşî koçberan bikin.

Xalid Îbrahîm got: "Em hewl didin tevahî xizmetê pêşkêşî kampê bikin û di demekê nêzî de wê dibistan jî werin vekirin.

Hêjaya bi bîrxisitn ku li kampa Waşûkanî zêdeyî 800 malbatên ji Serêkaniyê û gundewarên wê dimînin ku hejmara wan 4 hezar kes in.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/OnAnpz2Hh58" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>