‘Ji bo parastina gelê Kurd yekîtî pêwîst e’

Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokratîk a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê Ferhad Derwîş got: "Ji bo bersivandina êrişên Tirkiyê û parastina gelê Kurd divê em yekîtiya Kurdan ava bikin."

‘Ji bo parastina gelê Kurd yekîtî pêwîst e’
23 kanûn, 2019   05:20
HESEKÊ – NESRÎN ELÎ

Li ser banga QSD‘ê ya yekrêziya Kurd Desteya Hundirîn a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyaniyek weşand. Tê de diyar kir ku ti astengiyên qanûnî li pişiya partiyên ENKS‘ê nîn in ku buroyên xwe vekirin û xebatên xwe bidomînin.

Li aliyekî din jî Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK-ROJAVA) di gelek munasebatan de banga yekîtiyê li partiyên kurdî kir. Rexmî bangewaziyên gel jî yên avakirina yekîtiya kurdî û piştgiriya wan bi însyatîfa KNK‘ê lê hîna gelek partî, xwe didin aliyekî.

Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokratîk a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê Ferhad Derwîş got:"Em partiya pêşverû ji destpêkê ve em banga yekîtiyê dikin ji bo ku wekî gelê Kurdî li Sûriyê daxwazên xwe nas bikin."

Derwîş wiha domand: "Dema em doza xwe pêşkêşî cîhanê bikin, divê di serî de em yek bin, bi taybet piştî êrişên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û dagirkirina hin herêman. Ji ber bersivandina van êrişan di vê demê de yekîtî girîng e."

Ferhad Derwîş destnîşan kir ku ew banga yekîtiya tevgerê nakin, "Divê em însyatîfa xwe bikin yek. Hin partî ji bo yekrêziya refa kurdî hevkar in."

Derwîş anî ziman ku pirbûna partiyên Kurdî li Sûriyê dê li pêşiya yekîtiya Kurdî bibe asteng û wiha pê de çû: "Dema em banga yekîtiya refa kurdî li partiyên siyasî dikin, partî bersiv didin ku ew amade ne, lê heta niha em bê hêvî ne ji ber me ti encam negirt."

Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokratîk a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê Ferhad Derwîş bi navê partiya xwe bang li tevahî partiyên siyasî kir û got: "Ji bo em ji cîhanê re diyar bikin ku em gelê Kurd li Sûriyê daxwazên me çi ne û li hemberî êrişên Tirkiyê bisekinin û gelê Kurd ê Sûriyê biparêzin.  Divê em yekîtiya xwe ava bikin.”

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/rtOv8fHL4_A" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>