​​​​​​​Li Minbicê kesên madeyên hişbirê bi kar dianîn hatin girtin

Hêzên Têkoşîna li dijî Sûca Birêxistinkirî ya Minbicê bazirganek madeyên hişbirê û 7 kesên ku wan madeyan bi kar dianîn girtin.

​​​​​​​Li Minbicê kesên madeyên hişbirê bi kar dianîn hatin girtin
22 kanûn, 2019   21:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandina Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Minbicê derbarê mijarê de daxuyanî da û tê de got:

"Piştî şopandin û lêpirsînê, Hêzên Têkoşîna li dijî Sûca Birêxistinkirî ya girêdayî Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Minbicê di 22-12-2019`an de bazirganek madeyên hişbirê girt. Pê re miqdarên ji madeyên hişbirê destser kirin. Made wiha ne:

79 hebên hişbirê, kilo û 200 gram heşîş, 112 gram heşîşê hevîr, 180 gram hurrayin û 400 gram tovên heşîşê.

Tevî wê jî hezar û 500 dolarên sextet. Bazirgan li xwe mikur hat û agahî girêdayî 7 kesên ku madeyên hişbirê dibin, dan. Hêzê ew kes jî girtin. Ev sûcdar tevî madeyên ku pê re hatine girtin ji komîteya dozgeriyê re hatin şandin ji bo ku cezayên xwe yên adil bibin."

(şx)

ANHA