Rêveberiya kampa koçberên Girê Spî amadekariyên pêşwazîkirina bi sedan malbatan dike

Rêveberiya kampa koçberên Girê Spî hewl dide tevahiya pêdiviyên bingehîn ên koçberan peyda bikin.

Rêveberiya kampa koçberên Girê Spî amadekariyên pêşwazîkirina bi sedan malbatan dike
Rêveberiya kampa koçberên Girê Spî amadekariyên pêşwazîkirina bi sedan malbatan dike
Rêveberiya kampa koçberên Girê Spî amadekariyên pêşwazîkirina bi sedan malbatan dike
Rêveberiya kampa koçberên Girê Spî amadekariyên pêşwazîkirina bi sedan malbatan dike
Rêveberiya kampa koçberên Girê Spî amadekariyên pêşwazîkirina bi sedan malbatan dike
Rêveberiya kampa koçberên Girê Spî amadekariyên pêşwazîkirina bi sedan malbatan dike
Rêveberiya kampa koçberên Girê Spî amadekariyên pêşwazîkirina bi sedan malbatan dike
23 kanûn, 2019   06:15
EYN ÎSA

Meclisa kantona Girê Spî bi hevkarî û koordîneya Meclisa Sivîl a Reqayê kampek ji bo koçberên Girê Spî di 22`ê Mijdarê de ava kir.

Di qonaxa yekemîn de 100 kon di nav kampê de hatin avakirin. Tê payîn hejmara konan bigihêje 500'dî. Rêveberiyê tevî avakirina cihên giştî ji rê û toreyên kanalîzasyonê, hewl da pêdiviyên koçberan ji betanî, cilên zarokan, amûrên germkirinê û ava vexwarinê peyda bike. .

Heta niha rêxistinên mirovî tu alîkarî pêşkêşî koçberên ku di kampê de bi cih bûne nekirine.

Derbarê mijarê hevseroka kampa koçberên Girê Spî Fedeye Şerîf got, wan heta niha tevahiya pêdiviyên bingehîn ên koçberan ji betanî, amûrên germkirinê peyda kirine tevî ku mitbaxa kampê danên xwarinên pêşkêş dike.

Fedeye destnîşan kir ku, hejmara malbatên niha di nav kampê de 35'in. Ev hejmar rojane zêde dibe û niha jî 200 malbatan xwe qeyd kirine û wê di rojên bê de derbasî kampê bibin.

Fedeye bang li rêxistinên mirovî kir ku desteka kampê bikin, ji bo ku koçberên Girê Spî û gundewarên wê bêne bi cihkirin.  Piraniya koçberan heya niha li cem xizmên xwe yan jî di dibistanan û avahiyên ne baş de dimînin.

Koçbera bi navê Zelîxa Mihemed ku ji bajarê Girê Spî ye got ku: "Piştî ku em ji bajêr derketin, em çûn bajarê Reqayê. Lê ji ber buhabûna kiriyên malan ez hatim kampê."

Zelîxa destnîşan kir ku Rêveberiya Kampê tevahiya pêdiviyên me ji kon, betanî û amûrên germkirinê peyda kirin.

Koçberê bi navê Ferhan Mehmûd ji gundê El-Terbîx ê girêdayî kantona Girê Spî teqez kir ku rêveberiyê tevahiya pêdiviyên wan bi derfetên xwe yên heyî ji wan re pêşkêş kirin.

Koçberan bang li civaka navdewletî kirin ku zextê li Tirkiyê bikin ji bo ku êrişa wê ya hovane li ser bajar û gundên wan rawestînin û ew vegerin warên xwe.

Li gorî Meclisa Kantona Griê Spî hejmara şêniyên ku ji bajarê Girê Spî koçber bûne gihaşt 60 hezaran. Heta niha ji wan derdora 30 hezar sivîl li Reqayê hatine jimartin. 30 hezar şêniyên din li Reqa, Tebqa, Sirîn, Minbic û Kobanê belav bûne.

(şx)

ANHA