Andreas Scheider: Divê em nehêlin Tirkiyê endizyariya Bakur û Rojhilatê Sûriyê biguhere

Endamê Parlamentoya Yekîtiya Ewropayê Andreas Scheider bal kişand ku tenê xort û keçên Rojava karîbûn DAIŞ‘ê têk bibin û got: "Ev serkeftin ji bo tevahî mirovahiyê sûd e. Divê em nehêlin dagirkeriya Tirkiyê endizyariya herêmên wan biguhere."

Andreas Scheider: Divê em nehêlin Tirkiyê endizyariya Bakur û Rojhilatê Sûriyê biguhere
22 kanûn, 2019   16:44
QAMIŞLO

Endamê Parlamentoya Ewropayê ji Bloka Sosyalîstên Demokrat, Andreas Scheider bi armanca ku rewşa herêmê ya piştî êrişên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê bişopîne îro derbasî herêma Cizîrê bû.  Andreas Scheider bi Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê re dicive.

Hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve Abdulkerîm Umer, berdevkê fermî yê Daîreyê Kemal Akif, cîgirên hevserokartiya Daîreya Têkiliyên Derve Ebîr Êlya û Fener El-Keêt, pêşwaziya şandeyê kir.

Piştî civînê Andreas Scheider der barê armancên serdana xwe û helwesta xwe ya ji êrişên Tirkiyê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de ji çapemeniyê re axivî.

Andreas Scheider anî ziman ku ew kêfxweş e ku serdana Rojava kir û spasiya Rêveberiya Xweser kir ku pêşwaziya wî kir "Texmîn dikim ku divê Yekîtiya Ewropa piştgiriyê bide Rêveberiya Xweser a Rojava û modela wê ya pirreng ku hemû ol û netew di nav xwe de digire."

Andreas Scheider diyar kir ku ji ber êrişên Tirkiyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê ew bi fikar in û got divê alîkariyên mirovî bi lez ji van herêman re werin pêşkêşkirin û encamên êrişên Tirkiyê werin çareserkirin.

Scheider bal kişand ku divê rê neyê dayîn ku Tirkiyê demografiya herêmê biguhere û diyar kir ku wî bi rayedarên di rêveberiyê de û poresas siyasî ya li civînê de  li ser girîngiya beşdarkirina hemû pêkhateyên herêmê di danûstandinan de axiviye û got: "Em texmîn dikin ku ev rêbaza herî guncaw ji bo parastina herêmê. Ji bo qedexekirina guhertina demografîk divê hêzên navdewletî ji bo herêmê werin şandin."

Andreas Scheider  got, ew ê nêrînên xwe yên der barê Rojava de bighîne Parlamantoya Yekîtiya Ewropayê da ku nîqaş bike û çawaya destekdayîna bi van herêmê re di ber çavan re derbas bike.

Andreas Scheider bal kişand ku tenê xort û keçên Rojava karîbûn DAIŞ‘ê têk bibin û got: "Ev serkeftin ji bo tevahî mirovahiyê sûd bû. Divê em nehêlin dagirkeriya Tirkiyê endizyariya herêmên wan biguhere. Ji ber ku ciwanên vê herêmê sedema serkeftin û xelasiya cîhanê ji terora DAIŞ‘ê ne."

Têkildarî darizandina çeteyên DAIŞ‘ê yên di girtîgehên QSD‘ê de Scheider anî ziman  ku gereke dadagheke navdewletî li herêmê ji bo darizandina çeteyên DAIŞ‘ê were avakirin.

Endamê Parlamentoya Yekîtiya Ewropayê Andreas Scheiden  diyar kir ku êrişên Tirkiyê bû sedema koçberkirina 350 hezar sivîlî û got: "Em bixwazin ku ew koçber vegerin gund û bajarê xwe. "

ANHA