Têkildarî koçberiyê li Şehbayê panelek hate lidarxistin

Partiya Sûriyê ya Pêşerojê şaxê herêma Efrînê bi navnîşana "Koçberî û Koçberkirina bi zorê" paneleke li dar xist.

Têkildarî koçberiyê li Şehbayê panelek hate lidarxistin
Têkildarî koçberiyê li Şehbayê panelek hate lidarxistin
Têkildarî koçberiyê li Şehbayê panelek hate lidarxistin
Têkildarî koçberiyê li Şehbayê panelek hate lidarxistin
Têkildarî koçberiyê li Şehbayê panelek hate lidarxistin
Têkildarî koçberiyê li Şehbayê panelek hate lidarxistin
Têkildarî koçberiyê li Şehbayê panelek hate lidarxistin
Têkildarî koçberiyê li Şehbayê panelek hate lidarxistin
22 kanûn, 2019   15:36
ŞEHBA

Bi dehan endamên saziyên sivîl ên herêma Efrînê tev li panela li hola Çand û Hunerê ya navçeya Fafîn hatibû lidarxistin, bûn.

Panel bi deqeyeke rêzgirtin destpê kir. Piştre rêveberê Partiya Sûriyê ya Pêşerojê Mihemed Reşîd koçberî û koçberiya etnîkî sedem û armancên wê û bandora wê şîrove kir.

Reşîd bal kişand ser 5 xalên girîng:

1-Girîngiya avakirina komîteyeke navdewletî ji şopandina û belgekirina sûcên şer, koçberkirina bi zorê ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê tên meşandin.

2-Aktîvkirina biryarên Konseya Ewlekariyê yên girêdayî Sûriyê û derxistian dewleta Tirk a dagirker ji tevahî xaka Sûriyê.

3-Fişar li Tirkiyê were kirin da ku çalakiyên xwe yên dagirkerî û guhertina demografîk li bajar û gundên Sûriyê werin rawestandin.

4-Mîsogerkirina vegera tevahî sûriyan.

5- Pêkanîna aştiyê li gorî biryarên navdewletî di nav de ya "2254" û destpêkirina diyalogên siyasî aktîv ji bo veger penaberan.

Piştre deriyê nîqaşê hate vekirin. Beşdaran nêrînên xwe li ser rêbazên rêgirtina li pêşiya koçberiyê û guhertina demografîk a ji aliyê hêzên dagirker di serî de Tirkiyê de tê kirin, anîn ziman.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/i31fpBYINwo" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>