Rêziknameya navxweyî ya YNK'ê hate erêkirin

​​​​​​​Di kongreya 4’an a YNK`ê de rêziknameya navxweyî û mercên endamtiya Encûmena Rêveberiya Giştî hatin erêkirin.

Rêziknameya navxweyî ya YNK'ê hate erêkirin
22 kanûn, 2019   11:54
NAVENDA NÛÇEYAN

4’emîn Kongreya Yekitiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) di roja duyemîn de li Silêmaniyê berdewam dike.

Li gorî medyaya YNK'ê, bi piraniya dengan, rêziknameya navxweyî ya YNK'ê û mercên namzetbûna ji bo endamtiya Encûmena Rêveberiya Giştî ya YNK'ê hatin erêkirin.

Duh di kongreyê de bi piraniya dengan Encûmena Bilind a Siyasî hate hilbijartin û Kosret Resûl Elî wek serokê encûmenê hate erêkirin. Her wiha Dr. Berhem Salih, Dr. Rêwaz Fayeq û Qubad Talebanî ji bo endamên rêveberiya YNK’ê hatibûn hilbijartin.

Her çi qas biryar bû îro dengdan ji bo Encûmena Giştî ya Rêveberiyê pêk were, lê ji bo sibe saet 09.00'an hate paşxistin.

YNK di 1'ê Hezîrana 1975'an de hatiye damezirandin û heta niha 3 kongre li dar xistine.