​​​​​​​Şervanekî QSD‘ê: Li Serêkaniyê berxwedaniyek dîroki hat kirin

Şervanê QSD‘ê Devrim Dêrsim got ku, li Serêkaniyê li hember hemû teknîka pêşketî ya dewleta Tirk berxwedaniyeke dîrokî hat dayîn.

​​​​​​​Şervanekî QSD‘ê: Li Serêkaniyê berxwedaniyek dîroki hat kirin
22 kanûn, 2019   06:15
QAMIŞLO – SILAVA EBDUREHMAN – BASIL REŞÎD

Şervanê QSD‘ê Ehmed Ebdulxenî Mûsa yê bi navê Devrim Dêrsim tê naskirin ji bajarokê Girbawî yê bajarê Qamişlo ye, di sala 2012‘an de tev li refên YPG‘ê dibe. Bav û 3 birayên wê di nava QSD‘ê de cih girtine, xuşika wî jî di tev li refên YPJ‘ê bûye û dayika wê endama Kongreya Star e.

Devrim tev li hemû pêngavên YPG/ YPJ û QSD‘ê yên li dijî çeteyên Cebhet El-Nusra û DAIŞ‘ê bû. Li bajarokê Ceza, Hesekê, Serêkaniyê, Til Temir, Kobanê, Til Koçer, Hol, Şedadê, Til Hemîs, Til Birak, Reqa û Dêrazorê şer kir, herî dawî di Berxwedana Rûmetê li Serêkaniyê li dijî êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê şer kir.

Bi destpêka êrişên artêşa Tirk  a dagirker û çeteyên wê DAIŞ û Cebhet El-Nusra yên navê "Artêşa Niştimanî ya Sûriyê" li xwe dikin yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku 9‘ê Cotmehê dest pê kir, Devrim dimildest berî dide Serêkaniyê.

BI BALAFIRAN TAXÊN TIJÎ SIVÎL BOMBEBARAN DIKIRIN

Di bersivdayîna êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser taxa Sînaa ya Serêkaniyê Devrim bi 3 gulayan, ji milê xwe yê çepê, lingê rastê û lingê çepê  birîndar dibe.

Dervrim destnîşan kir ku artêşa Tirk a dagirker di êrişên xwe yên li dijî jîngehên sivîlan hemû çekên giran û yên qedexekirî, balafirên şer û moşek bi kar di anîn.

Devrim anî ziman ku hêza çeteyên dagirkeriya Tirk li beramberî şervanên QSD‘ê tine ye û wiha domand: "Balafiran li her tiştî dida û wêran dikir, piştre çete bi komên mezin pêş de dihatin. Rexmî vê yekê şervanan nedihiştin pêş bikevin."

DAIŞ IN, LÊ BI RENGEKÎ NÛ

Devrim Dêrsim diyar kir ku çeteyên ku dewleta Tirk ew di êrişên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de bi kar di anîn bi xwe çeteyên DAIŞ‘ê ne, lê vê carê bi cilekî nû ne û wiha domand: "Di şerê me yên li dijî çeteyên DAIŞ‘ê de, naskirineke min li ser rêbazên wan ên şer çêbû. Tektîkên leşkerî û rêbazên êrişan yên ku çeteyên Tirkiyê bi kar di anîn heman ên çeteyên DAIŞ‘ê bûn. Dema êriş dikin hejmara wan 30 kes derbas kir, por û rihên wan dirêj bûn. Mîna DAIŞ‘ê (Tekbîr û Baqiya) qîr dikirin. Zimanê wan ne Sûrî bû, ji ber piranî ji nasnameyên Tunisî, Misrî, Afxanî û Pakistanî bûn."

Dêrsim diyar kir Tirkiyê ji çeteyên DAIŞ‘ê re yên ku di şerê li Baxozê de reviyane bû spartgeh, ew bi çek kirin û cilên wan guhertin û bi navê "Artêşa Niştimanî ya Sûriyê" ew di êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê de bi kar anîn.

Dêrsim destnîşan kir ku artêşa Tirk a dagirker çekên di qada navdewletî de qexedekirî ne bi kar anîn û got: “Dagirkeriya Tirk sûcên şer kir, hemû pîvanên mirovî, exlaqî û hiqûqî binpê kir. Bi çekên fosfora spî û madeyên kîmyewî lê her deverê dixist û dişewitand."

Şervanê QSD‘ê Devrim Dêrsim di dawiya axaftina xwe de got: "Em ne terorîst in wekî ku Tirkiyê îdia dike, em welatê xwe, xaka xwe, gelê xwe û nirxên xwe diparêzin. Erdogan qala terorê dike, li kuderê be, dema çeteyên DAIŞ‘ê li xeta sînor bû wê demê li ser ewlehiya sînorê xwe ne ditirsiya."

ANHA