MSD û Wezareta Derve ya Misrê hevdîtin kirin

Şandeya MSD‘ê serdana Misrê kir û hevdîtin bi Wezîrê Karê Derve Samih Şikrî û cîgirê wê re kir.

MSD û Wezareta Derve ya Misrê hevdîtin kirin
21 kanûn, 2019   20:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê Karê Derve yê Misrê Samih Şikrî li avahiya wezaretê ya li Qahîre pêşwaziya şandeya Meclisa Sûriye Demokratîk (MSD)  kir.

Şandeya Meclisa Sûriye Demokratîk ji hevserokê meclisê Riyad Derar, seroka Desteya Rêveber Îlham Ehmed û cîgirê hevserokatiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bedran Çiya Kur, endamê Meclisa Serokatî ya MSD‘ê Sîhanok Dîbo pêk dihat.

Şandeyê li gel Samih Şikrî û cîgirê wê Nezîh El-Necarî hevdîtin kir.

Di hevdîtinê de geşedanên siyas li ser asta Sûriyê, bi taybet êrişên dawî yên Tirkiyê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û encamên êrişê hatin nîqaşkirin.

Şandeya MSD‘ê encamên ji ber êrişên Tirkiyê çêbûn, azarên koçberan, her wiha dagirkirina beşên ji xaka Sûriyê û gefên dagirkirina herêmên din bi şandeyê re da diyarkirin.

Wezîrê Karê Derve yê Misrê Samih Şikrî operasyonên Tirkiyê yên li heêrmên bi "Firehbûn û xeternak" bi nav kir û got, Komara Misr a erebî tevgerên Tirkiyê yên di herêmê de bi taybet di Sûriyê re dike.

Şikrî soz da ku ew mîna van hevdîtinan dewam bikin û xebateke hevpar ji bo têkbirîna planên dagirkeriya dewleta Tirk ku hewl dide herêmên parçe bike aktîv bikin.

Şandeya MSD‘ê spasiya Komara Misrê û serokê wê Ebdulfetah El-Sîs kir ji ber piştgiriya wê ya bi Sûriyê û doza gelê Kurd ê li Sûriyê.

Hevdîtina MSD û Wezareta Derve ya Misrê ya duyemîn e, piştî êrişên Tirkiyê yên 9‘ê Cotmehê MSD‘ê yekem car bi Wezareta Derve ya Misrê hevdîtin pêk anî.