Şirketa Pêşxistina Civaka Çandiniyê alîkariya cotkarên ku zirardîtine kir

Şirketa Pêşxistina Civaka Çandiyê ya Dirêkê û gundewarên wê hezar û 88 ton tovê genim û ceh wek dabîn li cotkarên di mewsima borî de zirar dîtine belav kir.

Şirketa Pêşxistina Civaka Çandiniyê alîkariya cotkarên ku zirardîtine kir
Şirketa Pêşxistina Civaka Çandiniyê alîkariya cotkarên ku zirardîtine kir
Şirketa Pêşxistina Civaka Çandiniyê alîkariya cotkarên ku zirardîtine kir
21 kanûn, 2019   15:35
QAMIŞLO-ÎSAM ABDULLAH-NEJBÎR OSMAN

Piraniya cotkarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di mewsima derbasbûyî de ji şewatên bizanabûn zirar dîtin. Di encama wan şewatan de rûberên mezin ji zeviyan şewitîn. Ji ber wê Rêveberiya Xweser komîte ava kirin jib o ku rûberên zeviyên şewtîne bijmirên û koçberan di dema belavkirina tovan de dabîn bike.

Şirketa Pêşxistina Civaka Çandiniyê ya Dêrikê û gundewarên wê 890 ton ji tovên genim û 198 ton ji tovên ceh li cotkarên herêma Dêrikê û gundewarên wê belav kir.

Derbarê mijarê hevserokê Şirketa Pêşxistina Civaka Çandiyê ya Dêrikê Yusif Osman got: "Mekanîzmeya belavkirina tovên genim û ceh wek dabînek ji cotkarên ku zeviyên wan di mewsima borî de şewtîne ji tevahiya aliyan ve rewşek istisna ye. Bi rêya êrişên li ser herêmê, şewitandina rûberên mezin ji zeviyan xwestin şerê cotkaran di qutên wan de bikin.

Komîteyên girêdayî Şirketa Pêşxistina Civaka Çandiyê  komîteyên pispor li gund û navçeyan ava kirin. wan komîteyan jî lîsteyên girêdayî rûber û cotkarên ku zeviyên wan şewtîne amade kirin.  Ji bo ku cotkaran dabîn bikin."

Osman teqez kir ku miqdara li ser cotkarên herêma Dêrikê û navçeyên wê yên ku ji ber şewatan zirar dîtine, hatine belavkirin gihaşt 890 ton genim û 198 ton ceh.

Têkildarî amadekariyên mewsima niha û belavkirina tovan Osman got: "Piraniya herêmê debara xwe bi çandiniyê peyda dike. Lewra şirketê tovên pak û bêjinkirî belav kir. miqdara ji tevahiya cureyan hatiye belavkirin gihaşt 3 hezar û 95 ton. Tevî wê jî şirketê semad li gorî rûbera zeviyê û ruxsetên çandiniyê belav kir."

Girêdayî cureya tovan Osman got: "Cureya tovê ya li cem şirktê ne nexweş e. li gorî pîvanên çandiniyê hatiya bêjinkirin û pakkirin. Lewra tova ku şirketê li cotkarên Dêrikê belav kiriye tê de nexweşiya Nîmatoda tune ye. Divê cotkar dema tov cihên din bikirin di warê nexweşiyan de beladar bin bi taybet vê nexweşiyê ya ku bandorek mezin li hilberînê dike. "

Di dawiyê de Osman got: "Şirketê hêsanan ji cotkaran re pêşkêş dike û tevahiya pêdiviyên wan ji semad û tov peyda dike."

(şx)

ANHA