Bi çalakiyeke hunerî piştgirî dan xelkê Serêkaniyê û Girê Spî

Ji bo piştgiriya şêniyên Girê Spî û Serêkaniyê û Hêzên Sûriya Demokraîtk Tevgera Mazopotamya ya Çand û Hunerê ya bajarê Kobanê şahiyek li dar xist.

Bi çalakiyeke hunerî piştgirî dan xelkê Serêkaniyê û Girê Spî
Bi çalakiyeke hunerî piştgirî dan xelkê Serêkaniyê û Girê Spî
Bi çalakiyeke hunerî piştgirî dan xelkê Serêkaniyê û Girê Spî
Bi çalakiyeke hunerî piştgirî dan xelkê Serêkaniyê û Girê Spî
Bi çalakiyeke hunerî piştgirî dan xelkê Serêkaniyê û Girê Spî
Bi çalakiyeke hunerî piştgirî dan xelkê Serêkaniyê û Girê Spî
Bi çalakiyeke hunerî piştgirî dan xelkê Serêkaniyê û Girê Spî
Bi çalakiyeke hunerî piştgirî dan xelkê Serêkaniyê û Girê Spî
21 kanûn, 2019   15:11
KOBANÊ

Tevgera Mazopotamya ya Çand û Hunerê bi sponseriya Desteya Çandî şahiyek ji bo piştgiriya şêniyên Serêkaniyê, Girê Spî û Hêzên Sûriya Demokratîk li Navenda Baqî Xido ya Çand û Hunerê li bajarê Kobanê lidar xist. Şahî bi navnîşan "Bi çanda xwe em ê nasnameya xwe bilind bikin û em ê ronahiya azadiyê belav bikin"hate lidarxistin.

Bi sedan şêniyên Kobanê, endamên saziyên Rêveberiya Xweser, civaka sivîl û partiyê siyasî tev li şahiyê bûn.

Hevserokê Tevgera Mazopotamya ya Çand û Hunerê ya Kobanê Osman Bekî axivî û destnîşan  kir ku ew şahiyê ji bo piştgiriya QSD`ê lidijî dagirkeriyê û şêniyên Girê Spî û Serêkaniyê li dar dixin.

Bekî wiha domand: "Êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li ser axa Kurdistanê ne nû ne. Hewldanên Tirkiyê ji bo ku demografiya herêmê biguhere, dagir bike û nasnameya wê biçewsîne ji serdeman ve  berdewam in."

Bekî di nav gotinên xwe de teqez kir ku ew piştgiriya Hêzên Sûriya Demokartîk dikin û amade ne çand û nasnameya gelê herêmê biparêzin.

Piştre hunermend Reşîd Sofî û komên din stranên xwe vegotin.

Her wiha Koma Şehîd Yekta ya şano, şanoyek girêdayî komkujiyên Tirkiyê li dijî zarok û sivîlan pêşendan.

Wek beşek ji şahiyê, pêşangeha tabloyên hunerî yên hejmarek şêwakarên Kobanê hate vekirin.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/tppIgMfqmQY" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>