Şehîd Xalid Mihemed di çilrojiya şehadeta xwe de hate bibîranîn

Bi boneya çilrojiya şehîdbûna endamê Desteya Çand û Hunerê ya Herêma Cizîrê  Xalid Mihemed li Qamişlo pêşengehek hat vekirin.

Şehîd Xalid Mihemed di çilrojiya şehadeta xwe de hate bibîranîn
Şehîd Xalid Mihemed di çilrojiya şehadeta xwe de hate bibîranîn
Şehîd Xalid Mihemed di çilrojiya şehadeta xwe de hate bibîranîn
Şehîd Xalid Mihemed di çilrojiya şehadeta xwe de hate bibîranîn
Şehîd Xalid Mihemed di çilrojiya şehadeta xwe de hate bibîranîn
Şehîd Xalid Mihemed di çilrojiya şehadeta xwe de hate bibîranîn
Şehîd Xalid Mihemed di çilrojiya şehadeta xwe de hate bibîranîn
Şehîd Xalid Mihemed di çilrojiya şehadeta xwe de hate bibîranîn
Şehîd Xalid Mihemed di çilrojiya şehadeta xwe de hate bibîranîn
21 kanûn, 2019   14:32
QAMIŞLO

Endamê Desteya Çand û Hunerê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê  Xalid Mihemed ê ku di êrişa 11‘ê Mijdarê li Qamişlo pêk hatî de şehîd bibû bi pêşangheke şêwekariyê hate bibîranîn.

Pêşangeh ji aliyê Desteya Çand û Hunerê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve bi dirûşmeya “Silav li giyana şehîd Xalid Mihemed” li navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişlo hate vekirin. 60 şêwekar bi berhemên xwe beşdarî pêşangehê bûn.

Pêşangeha gelek rewşenbîr û endamên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji aliyê dayika şehîd Xalid, Cemîla Emîn ve hate vekirin. Piştre endamê Destaya Çandê Ronahî Hesen axivî û sersaxî ji malbata şehîd Xalid Mihemed re xwest, her wiha soza şopandina rêya şehîd da.

 Bavê Mihemed Xalid, Mehmûd Mihemed di axaftina xwe de hevalên şehîd û kesên ku beşdarî pêşangehê bibûn bi rêzdarî silav kir.

Di dawiyê de ji aliyê Desteya Çandê û Huner bi du mertalên bi wêneyê şehîd  radestî malbata şehîd hat kirin, her wiha sînevîzyonek li ser jiyana şehîd Xalid hat pêşkêşkirin.

Pêşangeha wê heta sibe vekirî be.

Di 11‘ê Mijdarêde li bajarê Qamişlo ji aliyê şandeyên veşartî ve3 êrişên hemwext pêk hatibû. Di van êrîşan de 5 kes şehid bûn û bi dehan sivîl birîndar bûn.

ANHA