Li Reqayê yekemîn dibistana fêrkirina ajotina erebeya hat vekirin

Komîteya Hundirîn a girêdayî Meclisa Reqayê yekemîn dibistana fêrkirina ajotina erebeyên taybet, giştî, kar û çandiniyê li bajarê Reqayê piştî zêdetirjî 9 saln ji tunebûna rêxistina wê di vî warî de, vekir.

Li Reqayê yekemîn dibistana fêrkirina ajotina erebeya hat vekirin
Li Reqayê yekemîn dibistana fêrkirina ajotina erebeya hat vekirin
Li Reqayê yekemîn dibistana fêrkirina ajotina erebeya hat vekirin
Li Reqayê yekemîn dibistana fêrkirina ajotina erebeya hat vekirin
Li Reqayê yekemîn dibistana fêrkirina ajotina erebeya hat vekirin
21 kanûn, 2019   13:55
REQA

Ev pêngav bi hedefa geşkirina zanebûnê li gel ajokaran, çawaniya pêkanîna hîmên trafîkê, xwendina îşaretên trafîkê, naskirina parçeyên jenatora erebeyê, çawaniya dan û standina bi rewşên awerte re û ji wê zêdetir jî da ku bawernameyên ajotina erebeyan bi beşên wê yên taybet û giştî pêşkêş bikin, pêk hat.

Dê dibistan dewreya perwerdê her mehekê li dar bixe û pêşwaziya 150 perwerdekaran bike ku tê de tevahî hîmên navborî binasin û fêr bibin. Dê dewre waneyên taybet ji kesên astengdar re jî pêk bê.

Îro dibistan hat vekirin. Her wiha bi dehan ji şêniyên bajarê Reqayê, hejmarek ji şêx û rûspiyên eşîran û hejmarek ji endamên saziyên sivîl û leşkerî amade bûn. Her wiha jî hevseroê Komîteya Hundirîn a Reqayê Hesen Mistefa axivî û got, ev pêngav dê aştiya trafîk, rêxistina erebe û ajokaran, geş bike.

Li aliyekî din jî perwerdevanên dibistanê hin waneyên pewerdê ku dê di dibistanê de pêk bên, pêşkêş kirin.

(fr)

ANHA