2 şehîdên Berxwedana Serdemê hatin oxirkirin

Şêniyên kantona Efrînê cenazeyên 2 şehîdên bi navên Ciwan Efrîn û Cûdî Çiya yên ku di merheleya duyemîn a Berxwedana Serdemê de şehîd bûbûn, spartin axê.

2 şehîdên Berxwedana Serdemê hatin oxirkirin
2 şehîdên Berxwedana Serdemê hatin oxirkirin
2 şehîdên Berxwedana Serdemê hatin oxirkirin
2 şehîdên Berxwedana Serdemê hatin oxirkirin
2 şehîdên Berxwedana Serdemê hatin oxirkirin
2 şehîdên Berxwedana Serdemê hatin oxirkirin
2 şehîdên Berxwedana Serdemê hatin oxirkirin
2 şehîdên Berxwedana Serdemê hatin oxirkirin
21 kanûn, 2019   13:37
ŞEHBA

Bi sedan şêniyên Herêma Efrînê cenazeyên 2 şehîdên bi navên Remedan Efrîn(Ciwan Efrîn) û Îbrahîm Ehmed(Cûdî Çiya) ku di 18’ê vê Kanûnê ya merheleya duyemîn a Berxwedana Serdemê de şehîd bûbûn, ji pêşiya Nexweşxaneya Avrîn a navçeya Fafînê ya kantona Şehbayê wergirtin û bi karwanekê ber bi goristanê ve ketin rê.

Şênî ber bi navçeya Ehresê ve di nava tilîliyên dayik, diruşmên silavkirina şehîd û Berxwedanên Serdem û Rûmetê de ketin rê da ku cenazeyên her du şehîdan oxir bikin.

Merasîm li  Goristana Şehîdên Berxwedana Serdemê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştre endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Xelîl Îso û rêvebera Meclisa Kantona Efrînê Neweroz Efrînê, axivîn.

Axêveran tevahî şehîdên Berxwedana Serdemê bi bîr anîn û sersaxiya malbatên wan kir û piştrast kir ku şehîdan canê xwe da ku rûmeta me biparêzin, yekitiya gelan û neteweya demokratîk ava bikin, feda kir û her wiha jî da ku xakê ji dewleta Tirk a faşîst û çeteyên wê rizgar bikin.

Piştre wesîqetên her du şehîdan Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Avdar Mihemed  xwendin û radestî malbatên wan kirin. Dûvre şêniyan cenazeyên şehîdan bi tilîliyan spartin axê.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/mDQl7CfgFnI" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>