Beşeke nû ji koçberan gihişt kampa Waşokanî

Beşeke nû ji koçberên ku bi zorê ji hêrêmên xwe bi sedema êrişa dewleta Tirk derketine,  gihişt kampa Waşokanî.

Beşeke nû ji koçberan gihişt kampa Waşokanî
Beşeke nû ji koçberan gihişt kampa Waşokanî
21 kanûn, 2019   13:23
HESEKÊ

Bi sedema êrişa dewleta Tirk li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hezaran şênî ji mal û herêmên xwe neçarî koçberiyê bûn. Ji lewre Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê neçar ma ku zêdetirî 64 navendên bicihkirinê li bajarê Hesekê ji koçberan re pêk bîne. Li kêlek wê jî kampa Waşokanî ya li rojavayê bajarê Hesekê bi 12 km, ava kir.

Rêveberê kampa Waşokanî Husên Yûsiv ji ajansa me ANHA’yê re ragihand ku beşeke nû ya koçberan di vê hefteyê de gihişt kampê û bi wê re jî hejmara konan bû 910 û tê de zêdetirî 920 malbat bi cih bûne.

Yûsiv bal kişand ser ku bi hatina beşên nû re, hejmara koçberan gihişt zêdetirî 5 hezarî ku ji hovîtiya dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê revîne.

Yûsiv wiha lê zêde kir: "Me pêdiviyên weke betanî û isfincan li koçberan belav kirin û me malbat da ku wan ji baranê biparêzin, di konan de bi cih kir. Îro jî beşa sêyemîn ji madeya germkirinê belav kir. Li aliyekî din jî me nirxa xwarin û madeya nan ku li şêniyan belav dibe, zêde kir."

Tenê piştevaniya ku tê pêşkêşkirin ji Rêxistina Heyva Sor a Kurd û Rêveberiya Xweser di nava paşguhkirian rêxistinên navdewletî de, pêk tê.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/eSgBtmdVw88" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>