Rayedarekî amerîkî: Helwesta me der barê QSD’ê de şermînî ye

Cîgirê Alîkarê Wezîrê Parastinê ya Amerîkayê yê îstîfakirî, Michael Patrick Mulroy piştrast kir ku dan û standina rêveberiya Trump der heqê êrişa dewleta Tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê re, şermînî bû û îşaret pê kir ku hin rastî der barê kiryarên Enqere û çeteyên wê de li ser pêkanîna guhartina demografiya li herêmên ku piraniya xwe kurd in hene ku ne pêkan e, înkar bikin.

Rayedarekî amerîkî: Helwesta me der barê QSD’ê de şermînî ye
21 kanûn, 2019   13:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Kovara Foreign Policy  hevpeyvînek bi Cîgirê Alîkarê Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê yê herêma Rojhilata Navîn ê îstîfakirî Michael Patrick Mulroy re çêkir. Her wiha Michael Patrick Mulroy li ser siyaseta Washington li Rojhilata Navîn û dan û standina rêveberiya Trump a şermînî der barê êrişa Tirkiyê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê de û nêrîna wê bi peymana nukleerê ya Îranê re, axivî.

Michael Patrick Mulroy ku saetên dirêj ji bo xebata avakirina makanîzmeya ewlehiya sînor bi Tirkiyê re ya bi hedefa razîkirina Enqere û QSD’ê ve derbas kirine, li ser dan û standina DYA’yê bi gefên Tirkiyê yên êrişkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyê re nîqaş kir.

Michael Patrick Mulroy da zanîn ku diviyabû ku helwesta DYA’yê zêdetir der barê gefên Tirkiyê yên êrişkirina Bakurê Sûriyê cidî bûna û got, ji dêvla wê " Em radest bûn."

Têkildarî berteka li ser biryara Trump a vekişîna hêzên xwe ji sînorê Tirkiyê-Sûriyê Michael Patrick Mulroy diyar kir ku Pantagon li dijî êrişa Tirkiyê bû. Diviyabû jî bû ku tevî hebûna me ya kêm ji leşkeran li sînorê Sûriyê-Tirkiyê, êrişî qebûl nekira.

Mulroy eşkere kir ku ew der heqê neparastina Washingtonê ya hevalbendên xwe nerazî ye. diviyabû ku metodeke dan û standinê bi kesên şerê DAIŞ’ê kirine re, hebûya. Divê bi hemû hêza xwe piştevanî û berdewama piştgriyê ji bo pêkanîna hedefên hevpar ên tunekirina DAIŞ’ê, bixebitin.

Mulroy rêveberiya welatê xwe li ser rêbaza dan û standinê rexne kir û bi              "girêbestên bazirganî" bi hevalbendan re bi nav kir ku ev jî ne rêbazeke baş a dan û standina bi wan re ne di vê demê de û ne jî di pêşerojê de.

Girêdayî bersivadan pirsê kovarê ku Washington karî li ser helwesta xwe ya redkirina êrişa Tirkiyê rawestiya û wiha got: "Em karîn venekişiyana û me jî Tirkiyê re eşkere bikira ku QSD’ê tu hedefên yekser li Tirkiyê nake."

Mulroy berdewam kir ku Washington bi rêya nûnerê xwe James Jeffrey û her wiha jî Wezareta Derve û Wezareta Parastinê bi cidî da ku êriş pêk nehatiba, xebitîn. Texmîn dikim ku gihiştin lihevkirinekê. Me QSD’ê der heqê hiştina dewriyeyên asîmanî û berjahî yên hevpar bi Tirkiyê re, bi bawer kir. Her wiha me ew îqna kirin ku nuqteyên parastinê hilweşînin.

Mulroy destnîşan kir ku hin rastî der barê kiryarên Enqere û çeteyên wê de li ser pêkanîna guhartina demografiya li herêmên ku piraniya xwe kurd in hene ku ne pêkan e, înkar bikin û divê sînorke ji vê karasetê re bê danîn.

(fr)