ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 21-12-2019

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 21-12-2019
21 kanûn, 2019   05:00

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê werin şopandin.

-Qonaxa Duyemîn a Berxwedana Serdemê ya Efrînê dê were şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Meclisa Kantona HEsekê Navenda "Cîhana Zarokan" li taxa Kelasê vedike, saet 11:00‘an.  (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên herêma Efrînê cenazeyê du şehîdên Berxwedana Serdemê li Goristana Şehîdên Berxwedana Serdemê ya li navçeya Ehris a Şehbayê oxir dikin, saet 13:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Yekîktiya Kedkarên Herêma Cizîrê civîna xwe ya salane li Hola Seyran a bajarê Qamişlo li dar dixe, saet 12:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Derket holê ku kesên li peyên teqînên li dijî bajarê Qamişlo yên ku di 11‘ê Mijdarê de pêk hatibûn,  şandeya navê xwe "Şandeya Ebû Mihemed El-Iraqî ye" kiriye. Şandeyê  fermanên xwe ji kesekî Tirkî digirt. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyekî ji gundê Qertwêran, revandina şêniyan û hovîtiya dewleta Tirk wesif kir û wiha pirsî: “Ez karker im û li ser xaka bav û kalên xwe kar dikim, çima çete min birevînin û min bidin navendên Tirkiyê? Gelo Tirkiyê xwedan kîjan exlaqî ye?” (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Siyasetmedarên Kurd, Ereb û Suryan însiyatîfa ku Rêveberiya Xweser ragihandiye, pêşwazî kirin û wekî gaveke erê nirxandin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Rûspiyên eşîra Ebû Siltan banga xistina çeteyên artêşa Tirk ên"Artêşa Wetenî ya Sûrî"di lîsteya terorê ya cîhanî de kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêxê Qebîleya El-Neîm Ebdulrehman El-Cedûi got: “Rejîm û komên bi navê opozisyona derve hewl didin fitneyê di navbera pêkhateyên herêmê de derxînin.” Şêx Ebdulrehman bang li şêxên eşîre û qebîleyên Sûriyê kir ku li kêleka pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bisekinin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CÎHAN

- Lêkolînerê siyasî yê Misrê Mustefa Emîn Umer diyar kir ku Tirkiye hewl dide miqdareke mezin a pereyan ji bo wergirtina petrol û gaza di Deryaya Spî de dabîn bike û got: “Gefên Erdogan ên li dijî Misrê ehmeqî ne û dê bi tinekirina hebûna Tirkiyê li herêmê bi dawî bibe.” (BI WÊNE).

ÇAND Û HUNER

-Desteya Çand û Hunerê ya Herêma Cizîrê bi navê "Silav ji bo giyanê şehîd Xalid" pêşangeheke şêwekariyê li navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişlo vedike, saet 11:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Desteya Çand û Hunerê ya Kantona Kobanê ji bo piştgiriya Hêzên Sûriya Demokratîk û koçberên Serêkaniyê û Girê Spî şahiyekê li navenda çand û hunerê ya Baqî Xido li dar dixe, saet 12:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

- Yadê Zehra El-Casim serpêhatiya xwe wiha got: “Min dixwest li mala xwe vegerim, lê çete hîn jî binpêkirinan pêk tînin û mirov nizane çarenûsa mirov di nava çeteyan çi ye.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Kabûsa koçberiyê azara nexweşiyan wê zêde dike. Ji ber ku pêwîstiya wê bi pereyan heye ji bo ku xwe derman bike. Banga derxistina çeteyên Tirkiyê û vegera bajarê xwe dike. Her wiha bang li rêxistinên mirovî dike ji bo lêçûna dermankirina wê peyda bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIWAN

-Meclisa Ciwanên Şoreşger a Minbic û gundewarê wê bi dirûşma "Ciwanên rêxistinkirî serî hildide, dagirkeriyê têk dibe û xakê rizgar dike, Berxwedana Rûmetê wê biserkeve" civîna xwe ya salane li Hola Meclisa Qanûnsaz li dar dixe, saet 09:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hejmarek ciwanên Hesekê bang li ciwanan kirin ku piştgiriyê bidin QSD û cihê xwe di nava refên wê de bigirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Ji ber êrişên artêşa Tirk rewşa malbata Silêman Eyûb Mihemed xirab e, çeteyan mala wan wêrankiriye û gundên wan talankiriye.Malbat tenê misogeriya adaletê û vegera li mala xwe dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA