Wezîrê Karê Derve yê Vatîkanê pêşwaziya şandeya MSD`ê kir

Wezîrê Karê Derve yê Vatîkanê û serokê Esaqîfa Paul Gallagar li paytexta Romayê pêşwaziya şandeya Meclisa Sûriya Demokratîk kir. Ji bo ku dosya aloziya Sûriyê û êrişên dewleta Tirk li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û rewşa mirovatiyê nîqaş bikin.

Wezîrê Karê Derve yê Vatîkanê pêşwaziya şandeya MSD`ê kir
20 kanûn, 2019   21:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Hevserokê MSD`ê Riyad Derar û seroka Desteya Rêveber a Meclisê Îlham Ehemed û wezîrê karê derve yê Vatîkanê beşdarî civînê bûn.Paşê behsa dosya kirîza mirovatiyê ya ku artêşa Tirk li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tîne hate nîqaşkirin.

Şandeyê rewşa gelên herêmê û pêkhateyên wê anîn ziman û gotin, artêşa Tirk li dijî sivîlan binpêkirinan pêk tînîn û guhartina demografiya herêmê dikin, her wiha qirkirina etnîkî dide meşandin, paşê behsa êş û azara koçberên ji şêniyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kirin.

Hevdîtina dualî behsa rêgeha proseya siyasî ya Sûriyê, asoyên çareserî û sekinandina şer kirin, her wiha şandeya MSD`ê bal kişand ser girîngiya beşdariya nûnerên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di karûbarên navdewletî yên ku hewldana çareseriya aloziya Sûriyê dikin, çi li ser asta komîteya destûrî re yan jî li ser asta civînên Cinêvê bin.

Şandeya MSD`ê ji birêz Gallagar re derbarê projeya Neteweya Demokratîk de û parastina kêmnetewan ku pêkhateyên herêmê pêk ve beşdarî nava karûbarên desteyan û sazûmaniya Rêveberiya Xweser bûne axivîn.

Li milekî din wezîr kêfxweşiya anî ziman û soza piştgiriya daxwazên şandeya Meclisa Sûriya Demokratîk da.

Çavkanî:Çapemeniya Meclisa Sûriya Demokratîk

(eh)