Siyasetmedar pêşwaziya biryara desteya Hundrîn a yekîtiya kurdî kirin

Siyasetmedarên Kurd, Ereb û Suryan biryara desteya Hundrîn ragihandiye, pêşwazî kirin û wekî gaveke erê nirxandin.

Siyasetmedar pêşwaziya biryara desteya Hundrîn a yekîtiya kurdî kirin
21 kanûn, 2019   05:35
QAMIŞLO

Di 17’ê Kanûnê de Desteya Hundirîn a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê rê da partiyên di bin siya Meclisa Niştimanî ya Kurdî de kar dikin, ku kar û xebata xwe beyî bergiriyan berdewam bikin û tevahiya dozên li dijî kesayetên siyasî yên meclisê têne rawestandin.

Di vê derbarê de ajansa me hevdîtin bi siyasetmedarên Kurd, Ereb û Suryaniyan re çêkir.

Hevseroka Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê Zelal Cîgir daxuyaniya Desteya Hundirîn a Rêveberiya Xweser a derbarê ENKS`ê buroyên xwe li Rojava veke erênî nirxand.

Her wiha derbarê îbtalkirina dozên li dijî endamên ENKS`ê Zelal Cîgir wiha got: “Hin nuqte hene divê mirov bi baldarî lêhûrbîn bike.Gelo Desteya Hundirîn nêrînên xwe bi malbatên şehîdan re parve kirine. Malbatên ku do li dijî kesayetên di nava Meclisa Niştimanî ya Kudî cihê xwe digirn an na?

Cigar got: “Di vê derbarê nêrîna civakê girîng e, ji ber hêviya misogerkirina yekîtiya neteweyî ya di navbera alî û partiyên kurdî dikin û herêm bi şerê cîhanî yê sêyemîn re rû bi rû ye.”

Zelal piştrast kir ku bi yekîtiyê mirov dikare li dijî dagirkeriyê raweste, ji ber vê yekê divê ENKS bangên gelan ên yekîtiya kurdî bi cih bîne.

Her wiha sekretêra Partiya Yekîtiya Suryaniyan Elîzebêt Gewriyê ev însiyatîf wiha nirxand, ji destpêkê ve ew bi yekîtiya kurdî û ya pêkhateyên herêmê re ne.

Elîzebêt hêviya ku sala nû bibe sala hevgirtin û bidawîkirina nakokiyên di navbera pêkhateyên herêmê de kir, her wiha hêviya misogerkirina aşîtiya li Sûriyê û avakirina Sûriyeke demokrat kir.

Di milekî din de Şêxên êla Cibûra Şêx Raxib Fars rehetiya xwe derbarê însiyatîfa ku QSD`ê û Desteya Hundirîn a Bakur û Rojilatê Sûriyê de anî ziman û got: “Hêrêm di pêngaveke çarenûsî re derbas dibe, lewma divê pêkhateyên herêmê yek biryar bin û piştgiriya QSD`ê bikin.”

Şêx wiha li axaftina xwe zêde kir, ji destpêka aloziya Sûriyê ew bi yekîtiya kurdî-kurdî, kurdî-erebî û ya pêkhateyên din re ne, li gel ku caran banga vê yekê jî kirine.

Şêx Raxib El-Faris wiha dawî li axaftina xwe anî, bi yekîtiyê em ê li dijî hewldanên armanckirina civakê bisekinin.

(eh)

ANHA