‘Em ne penaber in, ji ber em li ser xaka xwe Rojava ne’

Ji ber êrişên artêşa Tirk rewşa malbata Silêman Eyûb Mihemed xirab e, çeteyan mala wan wêrankiriye û gundên wan talankiriye. Malbat tenê misogeriya adaletê û vegera li mala xwe dikin.

‘Em ne penaber in, ji ber em li ser xaka xwe Rojava ne’
‘Em ne penaber in, ji ber em li ser xaka xwe Rojava ne’
‘Em ne penaber in, ji ber em li ser xaka xwe Rojava ne’
‘Em ne penaber in, ji ber em li ser xaka xwe Rojava ne’
‘Em ne penaber in, ji ber em li ser xaka xwe Rojava ne’
21 kanûn, 2019   06:46
QAMIŞLO-SILAVA ABUDLREHMAN-BASIL REŞÎD

Ji ber êrişên artêşa Tirk şêniyên Serêkaniyê ji mal û warên xwe koç kirin û her malbatek xwedan çîrok û çîvanokên bi êş in.

Silêman Eyûb Mihemed xwedan malbatek ji 4 kur û 3 keçên xwe pêk tê û ji gundê Xirbitdibis ê ku 30 km dikeve rojhilatê Serêkaniyê û 15 km dikeve aliyê navçeya Tiltemrê.Li gundê Xirbitdibis 20 mal hebûn û hemû jî xezmên hev bûn.

Şêniyên gund Xirbistdibis jiyana xwe bi hêminî û aramî derbas dikirin, piraniya wan debara xwe bi xwedîkirina pez û çandiyê dikirin, lê piştî çeteyan Tirkiyê derbasî gund bûn êdî rewşa gund serûbinî hev bû û gundî neçar man ji gundên xwe derbikevin.Tê zanîn ku artêşa Tirk li dijî sivîlên gund balafir û topavêj bi kar dianî.

Silêman Eyûb Mihemed diyar kir, ku li gund 20 malan bi aramî û ewlehî jiyana xwe derbas dikirin, lê piştî êrişan her malbatek bi derkê ve çû û dev ji mal û milkên xwe hem jî erdê xwe ku 335 don bû berda.

Hevsera Silêman Mihemed, Nûra Mihemed Emîn(60) wiha wesfê jiyana xwe ya beriya çeteyan Tirkiyê êrişan pêk bînin tîne ziman, em bi aramî dijiyan, me zadê xwe diçand û pezê xwe jî xwedî dikir.

ÇETEYÊN DAGIRKERIYA TIRKIYÊ HER TIŞTÎ TAR Û MAR DIKIN

Silêman sedema koçberkirina xwe parve dike, ji ber artêşa Tirk gund bi dijwarî topban dikir û çete nêzî gund bûn, me xwest em rihê xwe, zarokên xwe û hevsera xwe xelas bikim, ji ber çete kiryarên dermirovî pêk tînin û her derê bin pê dikin.

Nûra Mihemed Emîn jî wiha sedema koçberkirina xwe parve dike, piştî me armancên artêşa Tirk û çeteyên wê nas kir, nexasim armanca wan ji qetilkirina jinan û kiyarên derexlaqî em ji gundê xwe derketin, ji ber çete îdîa aşîtiyê dikin û xwedê nas nakin.

Piştî malbata Silêman Eyûb ji gundê Xirbitdibis koçberbûn, berê xwe dan gundê Keçel Ereb ê bajarokê Girbawî yê kantona Qamişlo û li wir şêniyan ew pêşwazî kirin.Di vê derbarê de Nûra Mihemed Emîn wiha tîne ziman, şêniyan pêşwaziya me kirin û kel û pel ji mere peyda kirin, malek dan me.

‘BI SAYA ZAOKÊN XWE EM Ê LI MALÊN XWE VEGERIN’

Nura Mihemed wiha amaje dike: “Dê rojekê ji rojan adalet pêk were û bi saya zarokên xwe em ê li mal û warên xwe vegerin.”

Malbata Silêman bi hin kesên derdora gundê xwe Xirbitdibis re axivîn û ji wan re rewaşa çeteyan bi serê gund anîn parve kirin, di vê derbarê de malbatê wiha anîn ziman, çeteyan depoyên hilberîna çandiniyê dizîn û kel û pelên malê wêrankirin û paşê agir bi malê xistin.

‘ME BÊRIYA MAL Û GUNDÊ XWE KIRIYE’

Zarokên Silêman Eyûb bêriya gund û mala xwe dikin, di vê derbarê de Ezîz Silêman hesreta nava xwe wiha tîne ziman: “Me bêriya mal û gundê xwe kiriye. Em tenê pêkanîna adalet û vegera li gundê xwe dixwazin, em ne penaber in. Ji ber em li ser xaka xwe, Rojava ne.Di vê derbarê de em banga derxistina çeteyan ji xaka xwe ya ku bi saya şehîdan hatiye rizgarkirin dikin.”

(eh)

ANHA