Li pişt teqînên li Qamişlo kesekî ji Tirkiyê heye

Derket holê ku kesên li peyên teqînên li dijî bajarê Qamişlo yên ku di 11‘ê Mijdarê de pêk hatibûn,  şandeya navê xwe "Şandeya Ebû Mihemed El-Iraqî ye" kiriye. Şandeyê  fermanên xwe ji kesekî Tirkî digirt.

Li pişt teqînên li Qamişlo kesekî ji Tirkiyê heye
21 kanûn, 2019   05:20
QAMIŞLO – EHMED MIHEMED

11‘ê Mijdara derbasbûyî li bajarê Qamişlo du êriş hatin kirin. Ya yekem li kolana Wehda bi rêya erebeyeke bomebekirî bû, ya duyemîn jî bi motorseklêteke bombebarkirî li nêzî dibistana Qadisiya ya amadeyî ya keçan bû.  Di encama herdu êrişan de 5 sivîl şehîd bûn û zêdeyî 41 birîndar bûn.

Piştî êrişan bi du rojan Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê ragihand ku kesên êriş pêk anîne, hate girtin û lêpirsîn berdewam e da ku kesên din ên destê wan di êrişî de hene werin girtin, lê agahiyên zêde nedan.

Ajansa me ANHA‘yê piştî destûr ji berpirsên Hêzên Ewlekariyê re wergirt, xwe gihand kesên li pey teqînê û minkurhatinên wan şopand.

HEJMAR Û NAVÊN ŞANDEYA ÊRIŞ PÊK ANÎN

Şaneya ku teqîn li ser rêya Wehda ya bajarê Qamişlo pêk anîbû navê wê "Şaneya Ebû Mihemed El-Iraqî" ye. Şane ji 4 kesan pêk tê "Ebû Mihemed El-Iraqî, Ehmed Casim El-Mustefa, Udey Radî El-Ebas û Emar Casim El-Ehmed".

JÊDERA FERMANAN Û SEDEMÊN ÊRIŞ

Şaneya "Ebû Mihemed El-Iraqî" fermanên xwe ji kesekî Tirkî bi navê "Ebû Hesen El-Tirkî" digirtin ku berpirsê bi çekirina şaneyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye. Ferman ji aliyê Ebû Mihemed El-Iraqê ve dihat pêkanîn. Li gorî mikurhatinên endamên şaneyê, sedema teqînên li Qamişlo bi taybet dê wê demê de têkbirina ewlehiya bajarên sereke û xistina hejmareke herî mezin ji sivîlan.

PLANA ÊRIŞÊ

Li gorî endamên şaneyê, planên pêkanîna êrişê bi destpêka êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê an ku 9‘ê Cotmehê destpê kir. Endamên şandeyê di serî de du motorseklêtên bombebarkirî û erebeyeke Mercedes rengê zêvî ji gundên başûrê navçeya Tirbespiyê anîn û rêyên ax û di nava zeviyan de derbasî bajarê Qamişlo kirin û li taxa Suryan a başûrê bajêr bombe kirin.

HERÊMÊN HATIN HEDEFKIRIN

Endamên şandeyê, beşê rojhilatê bazara bajarê Qamişlo, bi taybet Çarxerêya Sonî diyar kiribûn  da ku erebeya bombebarkirî lê bi cih bike. Ji ber ku endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn rawestandina erebeyan li vê çarxerêyê qedexe kiribû, cihê hedefkirin hate guhertin, li ser wê yekê Xwaringeha Omerî hate diyarkirin.

Ji ber qarbalexa pir a sivîlan li ber xwaringehê tinebû,  nuqteya qutkirina kolana Wehda bi rêya giştî ya bajarê Qamişlo hate diyarkirin û bi erebeya Mercedes a hatibû bombekirin êriş pêk hat. Piştre jî dibistana Qadistiya ya Keçan jî bi motorseklêteke bombebarkirî hate hedefkirin. Piştî herdu êrişan Hêzên Ewlekariyê di encamê lêpirsînê de motorseklêteke bombebarkirî ku heman şaneyê amade kiribû bê bandor kir.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/mlTFKrhA9ag" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>