Artêşa Lîbyayê çekên Tirkiyê hedef digre

Artêşa Lîbyayê ragihand ku balafirên wê baregehên leşkerî û depoyên ku çek û alavên dewleta Tirk tê de ne, hedef girt. Her wiha 3 roj dem da çekdarên li Mesratayê.

Artêşa Lîbyayê çekên Tirkiyê hedef digre
20 kanûn, 2019   07:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê artêşa Lîbyayê Ehmed El- Mismarî duh got balafirên artêşa Lîbyayê baregehên leşkerî yên li Mesratayê ku tê de çek û alavên leşkerî yên Tirkiyê tên depokirin, hedef girtin.

El-Mismarî daxuyand ku çalakî ji bo bersivdana ragihandina hikumeta El-Wîfaq a daxwaza piştevaniya lojîstîk û pîşeyî ji dewleta Tirkiyê pêk hat.

El-Mismarî wiha lê zêde kir: "Di encama hedefgirtina şeva berê ya nuqteyên leşkerî li Misratayê de, hêzên dijmin hatin wêrankirin. Her wiha jî di encamê de di depoyên leşkerî yên Tirkiyê de teqîn pêk hatin û balafir vegerîn baregehên xwe."

El-Mismarî bang li berpirsyarên Misratayê kir ku berjewendiyên ewlehî û aştiya xwe di ser berjewendiyên tundrawan re bigirin.

Berdevkê artêşa Lîbyayê Ehmed El-Mismarî wiha lê zêde kir: "Em neçarî şer bûn ku Lîbya ji hegamonyaya milîsên terorî yên bi fermanên Tirkiyê û Qeterê dixebitin, rizgar bikin. Her wiha jî neçar bûn ku yekitiya welat vegerînin bin fermandariya neteweyî ya yek Lîbyayê, da ku nehêlin projeyên parçekirin û qutbûnê pêk bên. Lê di heman demê de dîtina kuştiyan me xemgîn dike."

Di heman çarçoveyê de, çavkaniyekî leşkerî yê Lîbyayê yê girêdayî artêşa nîştimanî diyar kir ku tîmên serdegirtin û sekvaniyê yên tirkan di nava refên hikumeta El-Wîfaq de li derdora Xilet El-Fircan li paytexta Lîbyayê Terablusê şer dikin.

(fr)