Li Idlibê rejîm bi pêş ve diçe

​​​​​​​Hêzên rejîma Sûriyê li gundewarên Idlibê bi pêş de diçin û gundekî stratejîk xist bin serweriya xwe.

Li Idlibê rejîm bi pêş ve diçe
20 kanûn, 2019   07:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê diyar kir ku hêzên rejîmê gundê Um Celal ê başûrê rojhilatê Idlibê piştî 3 caran ji hewldanên pêşveçûnê, girt. Bi vê yekê re topbaraneke dijwar di aliyê bejahî û asîmanî de pêk hat.

Her wiha hejmara kuştiyên çeteyên girêdayî dewleta Tirk zêde bû û gihîşt 29 çeteyan û herî kêm 17 endamên hêzên rejîmê jî hatin kuştin.

Hêzên rejîmê duh di saetên sibê de dest bi pêngaveke nû ji topbarana di aliyê bejahî û asîmanî de li ser gundewarên Idlibê kir û gelek alîkariyên leşkerî anîn herêmê.

Rojnameya El-Weten a girêdayî rejîmê beriya du rojan li ser zimanê çavkaniyeke meydanî got hêzên rejîmê amadekariyên şerekî mezin li Idlibê dikin û tekez kir ku dibe ku di her kêliyê de dest pê bike.

(bx)