Li gel zehmetiyên koçberiyê hêviya wan qut nabe

Hêviya wê ya tekane vegera bajarê wê ye. Lê astengdariya keça wê barên wê di koçberiyê de ji ber êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser herêmê barên wê giran kirin.

Li gel zehmetiyên koçberiyê hêviya wan qut nabe
Li gel zehmetiyên koçberiyê hêviya wan qut nabe
Li gel zehmetiyên koçberiyê hêviya wan qut nabe
Li gel zehmetiyên koçberiyê hêviya wan qut nabe
Li gel zehmetiyên koçberiyê hêviya wan qut nabe
Li gel zehmetiyên koçberiyê hêviya wan qut nabe
20 kanûn, 2019   08:07
HESEKÊ –HENAR IBRAHÎM

Li gorî rapora Rêxistinên Karûbarên Mirovî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji ber êrişa artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê DAIŞ û Cebhet El-Nusra ya domdar, 478 sivîl hatin kutin di nav de jin û zarok hene, hezar û 70 sivîlên din jî birîndar bûn. Her wiha 300 hezar malbat piştî berxwedana destanî li rex Hêzên Sûriya Demokratîk neçar man ji warên xwe koçber bibin.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo ku koçberên herêmên Serêkaniyê, Zirgan û gundewarên Til Temirê hemêz bike  zêdetirî 64 dibistan li bajarê Hesekê û gundewarên wê amade kirin. Tevî ku Kampa Waşûkanî ava kir. Di vê kampê de bi hezaran koçber di şert û mercên dijwar de dimîn li gel paşguhkirina rêxistinên navneteweyî rewşa wan.

Dayîka Sultanê Osî ji koçberên Serêkaniyê ye. Ji ber hedeftgirtina artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê sivîlan tevî malbata xwe û keça xwe ya astengdar ji Serêkaniyê koçber dibe. Niha li Kampa Waşûkanî li gel şertên dijwar bi hatina zivistanê re dimîne.

A ku azarên dayîka Sultanê giran kiriye, keça wê ya astengdar e yak u nikare tevger bike û biaxive. Hêviya dayîka Sultanê bi vegerê ji Serêkaniyê re piştî derxistina çeteyên dagirkeriyê jê, mezin e.

Dayîka Sultanê wiha got: "Artêşa Tirk a dagirker malên me bi balafiran topbaran kirin. Lewra em neçar man jê derkevin."

Dayîka Sultanê wiha domand: "Keça min Rojda ya 10 salî astengdar e. Ji ber dijwarbûna topbaranê me nikarî kursiya wê ji mal derxista."

Ji ber giraniya astengdariya Rojda bijîşk nikarî derman an jî niştergerî jê re pêşkêş bikin. Ji ber wê êşên dayîka Sultanê zêde dibin. Dayîka Sultanê dibêje: "Daxwaze min ji rêxistinên mirovahiyê ew e ku alîkariya keça min bikin, derman û kursiyek jê re peyda bikin ji bo ku karibe di nav kampê de bilive. Ji destpêka koçberiyê ve keça min ji cihê xwe neliviye."

Di nav gotinên xwe de dayîka Sultanê diyar kir ku wan mala xwe ava kirine. Îro jî çeteyên artêşa Tirk a dagirker malên desteser dikin û dikin bargehên leşkerî. Dayîka Sultanê destnîşan kir ku tevahiya dewletên cîhanî û rêxistinên mirovî li hember binpêkirin û sûcên wan bêdeng e.

Dayîka Sultanê wiha berdewam kir: "Hemû malperên têgihiştina civakî temaşe dikin. Wan dîtin çawa zarok bi fisforê spî hatin şewitandin lê bêdeng man. Dewletên ewropî dikarin di 24 saetan de êrişan rawestînin û tevahiya koçberan vegerîn warên wan. Lê ew vê yekê naxwazin."

Dayîka Sultanê bal kişand ser ku bi yekitiya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê wê çete ji warên xwe derxînin. Pêkhateyên herêmê hemû biran e.

Dayîka Sultanê pirs dike guneha gelên herêmê bi giştî û gelê kurd bi taybet çi ye heta ku rastî vê çaranûsê tên û got: "Me kurdan çi kiriye heta ku me dişewitînin, me didin koçberkirin û bi vî şiklî diçewisînin? Em qenciyê dikin û xirabiyê nakin. Helbet em ê bi saya lehengên xwe Hêzên Sûriya Demokratîk vegerin Serêkaniyê. Em ê wan çeteyan ji malên xwe derxînin."

Di dawiyê de dayîka Sultanê got: "Em ji cîhanê tiştek naxwaze tenê wan çeteyan ji Serêkaniyê derxînin û em ê di bin konekî de li Serêkaniyê bijîn ev jî têra me dike."

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/RTq6X-uwQLY" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>