Komkujiya Tilrifetê dê ji bîr nebe

“Min yeqîn nedikir ku kurê min bibe astengdar û lingê wî qut bibe. Lê dîsa jî em ê li Tilrifetê bimînin, heta li Efînê vegerin û çeteyan derxînin, em ê li ber xwe bidin.”

Komkujiya Tilrifetê dê ji bîr nebe
Komkujiya Tilrifetê dê ji bîr nebe
Komkujiya Tilrifetê dê ji bîr nebe
Komkujiya Tilrifetê dê ji bîr nebe
Komkujiya Tilrifetê dê ji bîr nebe
Komkujiya Tilrifetê dê ji bîr nebe
Komkujiya Tilrifetê dê ji bîr nebe
Komkujiya Tilrifetê dê ji bîr nebe
Komkujiya Tilrifetê dê ji bîr nebe
Komkujiya Tilrifetê dê ji bîr nebe
20 kanûn, 2019   06:15
ŞEHBA-FÎRAN ÎBRAHÎM

Di 2’yê Kanûnê de arêşta Tirk û çeteyên xwe li dijî şêniyên Efrînê yên ku li kantona Şehbayê bicihbûbûn komkujî pêk anî û di encamê de 10 sivîl şehîd bûn, 8 ji wan zarok in û 12 din jî birîndar in û ew jî bi gelemperî zarok in.

Ji ber artêşa Tirk û çeteyên xwe êrişî Tilrifetê kirin, zarokan bûn astengdar. Ji wan zarokan zarokê bi navê Edhem Hesûn(5) ku parçe di lingê xwe rastê de xwar û di encamê de jêkirin.

Rewşa Edhem rewşa wî ji hevalên wî yên birîndar ne baştir e, hin zarok ji lingên xwe birîdar bûn û hin jî di destên xwe de, li gel ku rewşa hinan ji wan xetere.

Ajansa me hevdîtin bi malbatên zarokên birîndar re çêkir. Di vê derbarê de bavê Edhem û Îlyas Hesûn ên ku di encama komkujiyê de birîndar bûne Mihemed Hesûn wiha anî ziman: “Beriya 2 heftiyan anku roja duşemê, jixwe çend rojan li pey hev rewşa hewayê ne baş bû. Paşê dema roj derket zarok li hev kom û ji xwe re lîstin. Lê belê artêş Tirk topavêj avêtin û nehiştin zarok lîska xwe berdewam bikin.”

Hesûn wiha pirsî: “Gelo çi gunehê van zarokan e, werin topbarankirin û lingên wan qut bûn? Niha jî  di 5 saliya xwe de astengdar bimînin.”

Hesûn diyar kir ku zarokên wî Edhem Hesûn û Ilyas Hesûn  ji ber birînên xwe bi şevê zêde diêşin û got: “Zarok heta sibeha digirîn. Niha jî rewşa wan kampax e û artêşa Tirk jiyan û pêşeroja wan wêrankir.”

Hesûn got, ku dewleta Tirk îdîa dike ku li dijî terorê şer dike, lê di rastiya xwe de ew terorîst in û zarokan qetil dike.

Hesûn bang li rêxistinên mafên mirovan û rêxistinên mafên zarokan kir û wiha axivî: “Divê rêxistin^n mafê mirovan çavê xwe ji vê komkujiya dewlata Tirk a faşîst re negire. Da ku nebin hevkarên dagirkerî û komkujiyê.”

Zarokê bi navê Îlyas Hesûn wiha axivî: “Min bi hevalên xwe li kolanê dilîst û ji nişkave topek di nav me de teqiya. Ez nizanim çi bi min hat, lê birayê min ê piçûk Edhem li erdê bû û lingê wî qut bûbû. Ez jî ji ber tengê teqînê min nedikarî bimeşim û hema min xwe bi erdê ve kişkişand. Lingê min xwîn jê dihat, paşê min çavên xwe li nexweşxaneyê vekir.”

Dayîka Îlyas û Edhem Roşîn got: “Ez bûm şahida komkujiyê û dît ku çawa zarok li erdê bûn term û endamên laşên wan qutbûn. Ez li kurê xwe geriyam. Min kurê xwe dît û ji lingê xwe yê çepê birîndar bibû.”

Roşînê nedizanî ku dê kurê wê bibe astengdar.

Roşîn di dawiya axaftina xwe de got: “Em ê li Tilrefetê bibînin û heta vegerin Efrînê û çeteyan derxînin, ew ê li ber xwe bidin.”

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/1skCwGSBKDU" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>