Hezar û 50 malbatên koçber li Kobanê bicihbûne

Serokê Karûbarê Civakî ya herêma Firatê Moro Hisên got: “Derdora hezar û 50 malbatên koçberên ji Girê Spî li kantona Kobanê bicihbûne. Em bi piştgiriya hin rêxistinan alîkariya koçberan dikin.”

Hezar û 50 malbatên koçber li Kobanê bicihbûne
Hezar û 50 malbatên koçber li Kobanê bicihbûne
Hezar û 50 malbatên koçber li Kobanê bicihbûne
20 kanûn, 2019   06:00
KOBANÊ-HÊZA HESEN

Derbarê rewşa koçberên di encama êrişên artêşa Tirk li dijî herêma Kobanê koçber bûne, serokê Kar û Barê Civakî Moro Hisên ji ajansa me re axivî.

Rêveberiya Xweser a herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê amaje bi koçberkirina 3 hezar kes ji herêmên Girê Spî û Serêkaniyê kir.

Şêniyan ji tirsa ku artêşa Tirk topan biavêje, wan qetil bike û di qada meydanî de wan înfas bike, ji malên xwe derketin.

Moro Hisên got, ku bi hevkariya 5 rêxitinên mirovî alîkariya koçberên li Kobanê dikin û kel û pelan li wan belav dikin.

Her wiha diyar kir u derdora hezar û 50 malbatên ji Girê Spî koçberbûne li kantona Kobanê bicihbûne.

Serokê Kar û Barê Civakî Moro Hisên da zanîn ku Desteya Kar û Barên Civakî mazot bê pere li koçberan belav kir û wan ji fatoreyên avê û kehrebê efû kirin. 

Her wiha got, wan komîteyek lêkolînên belgekirina sûcan û binpêkirinên artêşa Tirk li dijî sivîlan bi kar anîne ava kirine, di vê derbarê de bang li rêxistinên mirovî dike ku alîkariya koçberên li herêmê bikin kir.

Rêveberiya Xweser ji ber derfetên xwe yên kêm nekarin pêwîstiyan sivîlan baş bi cih bikin.

Ajansa me hevdîtin bi koçbera bi navê Emîna Mislim a ji bajarê Girê Spî re çêkir, Emîna niha li kantona Kobanê ye. Emîna got: “Me nedixwest ji malên xwe derbikevin, lê ji ber artêşa Tirk êrişên tund li dijî me bi kar anî. Em ji tirsa ji malên xwe derketin, jixwe kiryarên dermirovî yên komên çeteyên Tirkiyê li ber çavên me ye û mînaka wê jî Efrîn e.”

Emîna diyar kir ku ew xwediyê vê xakê ne, lê Tirkiyê ji bo malbatên çeteyan bicih bike ew koçerkirine.

Emîna wiha pirsî, gelo kanîn rêxistinên mafên mirovan ku hesab ji Erdogan bixwazin, çima dewletên navdewletî bê deng in, gelo hevkarên Erdogan in? Emîna di dawiya axaftina xwe de piştrat kir ku ew ê heta hetayê bi xaka xwe ve girêdayî bin û serkeftin para wan e.

 (eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/iLzgM5tMzKQ" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>