Çeteyên dewleta Tirk li Babê 6 sivîl revandin

 Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li gundewarê bajarê Babê  6 sivîl revandin.

Çeteyên dewleta Tirk li Babê 6 sivîl revandin
19 kanûn, 2019   16:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Binpêkirin û sûcên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li herêmên Bakurê Sûriyê yên ku dagirkirine bê navber didomin.

Li gorî agahiyên ku çavkaniyên xwecihî dane, çeteyên koma "Mertala Firatê" ya girêdayî dagirkeriya dewleta Tirk ên xwe li gundê Şêx Nasir ê bajarê Babê  bi cih kirine 6 sivîl revandin.

Çavkaniyan diyar kirin ku kesên hatine revandin ji gundê Qert Wêran ê rojhilatê Babê ne, di nav zeviyên xwe yên zeytûnan de dixebitîn.

Navên kesên hatine revandin ev in: " Ebdulkerîm El-Ebûd, Elî El-Casim El-Ebûd, Mihemed Elî El-Ebûd, Mehmûd El-Mele, Hemûdê Ehmed El-Elî yê 11 salî.

Hate diyakirin ku heta niha qûbeta kesên hatine revandin ne diyar e.

ANHA