Rêveberiya Xweser Cejna Êzî li êzidiyan pîroz kir

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi nameyekê Cejna Êzî li civaka êzidî û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pîroz kir.

Rêveberiya Xweser Cejna Êzî li êzidiyan pîroz kir
19 kanûn, 2019   12:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojên rojiya êzidiyan dikevin vê hefteyê. Civaka êzidî piştî rojiyê, Cejna Rojiya Mezin a bi Cejna Êzî tê naskirin ku sibê (în) ye, pîroz dike.

Bi vê boneyê Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi nameyekê Cejna Êzî pîroz kir. Di nameyê de wiha hate gotin: "Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, vê cejnê li civaka êzidî û tevahî gelên herêmê pîroz dike."

Rêveberiya Xweser her wiha hêvî kir ku kêfxweşî, aştî, aramî û ewlehî li seranserê Sûriyê û cîhanê pêk were.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku êzidiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, hemû mafên xwe yên pêkanîna adetên xwe yên olî, bawerî û civakî bi dest xistine. Her wiha ew jî wek hemû mezheb û pêkhateyên olî yên din, xwedî roleke girîng in di avakirina Rêveberiya Xweser û parastina wê de. Her wiha rojên cejnên êzidiyan wek rojên betlaneya fermî li hemî daîre û saziyên Rêveberiya Xweser tên hesibandin û piştgiriya ola wan di navendên taybet de tê kirin.

(cx)

ANHA