Rêveberiya Jinan a Reqayê girtina Mala Gel a taxa Zorava şermezar kir

Rêveberiya Jinan a bajarê Reqayê, girtina Mala Gel a taxa Zorava bi destê rejîma Sûriyê şermezar kir û diyar kir ku armanc ji vê kiryarê belavkirina fitneyê û derbkirina nîştimaniya Sûriyê ya azad e.

Rêveberiya Jinan a Reqayê girtina Mala Gel a taxa Zorava şermezar kir
19 kanûn, 2019   12:35
REQA

Hêzên Ewlehiya Leşkerî yên girêdayî rejîma  Sûriyê duh Mala Gel a taxa Zorava ya bajarê Şamê ku piraniya şêniyên wê Kurd in, girt.

Rêveberiya Jinan a bajarê Reqayê di vê der barê de, bi tevlêbûna endam û meclîsên sivîl daxuyaniyek parve kir.

Endama Rêveberiya Jinan a xeta rojhilat Sewsen El-Xelef daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Azarên ku gelê Sûriyê li hemû bajarên Sûriyê bi giştî û li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybet ji kuştin, koçberî û qetilkirinê kişandine, ji ber qaşo şoreşa Sûriyê ku sedema wê kîna dewleta Tirk û siyaseta xwe ya dijberî welatê me Sûriye bû."

Îro wek Rêveberiya Jinan piştî ku me agahiya girtina Mala Gel bihîst, em kom bûn da ku bang li hikumeta Sûriyê bikin ku em gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê berî û piştî rizgarkirina herêmên xwe ji terorê, em yekitiya ax û gelê Sûriyê armanc dikin. Tu niyetên me yên bidestxistina rêveberiyê yan jî bi qutbûna ji Sûriyê tune ye. Fedakarî û bedelên şer ên me dane ji ber planên qirêj ên dewletan li dijî me bû, em ji ber pêkanîna sozên xwe ji bo ax, gel û nasnameya xwe ya Sûrî, hêjayî spasiyê ne.

Lê belê duh, em ji agahiya girtina Mala Gel a taxa Zorava ya Şamê şoq man. Mala gel hemû endamên gelê Sûriyê digirtin nava xwe. Em îro bi zimanekî sûrî yê azad û dûrî ajandeyên derve yên paşverû û faşîst û xayîn, bang dikin.

Em wek jinên Reqayê, îro kom bûn da ku bi yekdengî nerazîbûna xwe nîşan bidin. Em dibêjin ku ev kiryar belavkirina fitneyê armanc dike û tekez dike ku aliyekî dixwaze nîştimaniya azad a Sûriyê têk bibe, heye.”

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/uoELZkt_2pM" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>