‘Elî Memlûk dixwaze komkujiyê binixumîne û yekîtiyê parçe bike’

Rûpsiyên eşîrên Ereban ên herêma Reqayê banga Elî Memlûk wek nixumandina komkujiyên artêşa Tirk ên li ser  gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û parçekirina yekîtiya gel nirxandin.

‘Elî Memlûk dixwaze komkujiyê binixumîne û yekîtiyê parçe bike’
19 kanûn, 2019   07:42
REQA-HEMED MISTEFA-EMAR XELEF

Têkildarî civîna dawîn a serokê Neteweya Ewlekariya rejîma Sûriyê Elî Memlûkî ya li balafirgeha Qamişlo bi hin eşîrên erebî re li dar xist û bang li eşîrên erebî kir ku zarokên xwe ji nava QSD`ê vekişînin.Di vê derbarê de rûspî û şêxên herêma Reqayê nêrînên xwe parve kirin û gotin: “Ev helwestên yekalî û dubarekirî ne, li gel ku bang di demekê de hatiye ku QSD`ê  xwe wekî beşekî ji artêşa Sûriyê dibîne û alîgira çareseriya aloziya Sûriyê ye, ji ber vê yekê bangek wiha aloziya Sûriyê gurtir dike û vegera çeteyên DAIŞ û Cebhet El-Nusra li herêmên ku hatine rizgarkirin misoger dike.”

Di vê çarçoveyê de Şêxê eşîra El-Merendiyê şêx Hesûn El-Mernedî bersiva daxwaza Memlûkî da wiha anî ziman: “Ev nîşana ku rejîma Sûriyê hêj bi heşmendiya navendî ve girêdayî û naxweze aloziya Sûriyê, diyalok û hevdîtin li ser masya diyalokên Sûrî-Sûrî û nexşeya bidawîkirina şerê li Sûriyê rû dide çareser bibin.”

Şêx Hesûn El-Merendî wiha axaftina xwe dewam kir: “Em ê çawa zarokên xwe ji nava QSD`ê vekişînin, ji ber QSD`ê li dijî çeteyên DAIŞ`ê şer kir û ji Kobanê heta bi Dêrazorê û Baxozê rizgar kir û di vê oxirê de bi hezaran şehîd dan. Lê belê dewleta Tirk û dewletên din rasterast piştgiriya çeteyan dikir.”

Têkildarî şêxên beşdarî civîna Elî Memlûkî bûn, Şêx wiha anî ziman: “Şêxên beşdarî civînê bûn tenê nûnertiya xwe dikin û ne xwedan maf ku destwerdana vekişandina zarokên me ji nava QSD`ê bikin.”

Li gel ku piştî civînê fermandarê QSD`ê Mezlûm Ebdî bi daxuaniyekê di tiwîtekê de got, ku ew ne dijî ku QSD`ê beşek ji artêşa Sûrî bin, lê belê bi şertê ku QSD`ê xweseriya xwe biparêze.”

Şêxê eşîra El-Elî Şêx Remedan got: “Îro dewleta Tirk azara gelên Sûriyê zêdetir dike, çekên qedexekirî bi kar tîne û pêşberî çavên cîhanê bi îdîaya avakirina"herêma ewle"pêvajoya "aşîtiyê" radigihîne. Lê di rastiya xwe de li dijî gelên herêmê kumkujiyan pêk tîne, zarok, xityaran û jinan qetil dike û bi hezaran kes bi aramanca guhartina demografiyê koçber dike.”

Şêx Remedan rola dewletên Eerebî û di serî de Msir anî ziman û got: “Divê li dijî dewleta Tirk xwedan helwest bin, ji biçûkatiyê em fêrbûne ku dewletên erebî dewletên biran e û di zehemtiyan de li gel hev in. Ji ber vê yekê divê dewletên erebî hesabên xwe di ber çavan de derbas bikin, ji ber xeteriya dewleta Tirk ne tenê li dijî Sûriyê ye lê belê li dijî dewletên erebî pêk ve ye. Lewma divê hêzên leşkerî yên erebî werin şandin û li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê werin belavkirin. Nexasim Msir ku niha bi êrişên Îwan El-Muslimîn re rû bi rû ne û dizane ku dewleta Tirk û Qeter piştgiriya wan dikin.”

Paşê rûspiyê eşîra El-Neyîm Îbrahîm Nûrî axivî û got: “QSD’ê  xak û mirovahiyê ji hovîtiya DAIŞ`ê rizgar kir û ewlehî û aramî misoger kir. Tenê rêyek li pêşiya me ye ew jî piştgiriya QSD`ê di çeperên şer de ye, nexasim ku îro li dijî artêşa Tirk Berxwedana Rûmetê dane destpêkirin. Xewna Osmaniyan niha Erdogan hewl dide bide avakirin û bi navê"Artêşa Wetenî ya Sûrî"ku ji çeteyên DAIŞ`ê û Cebhet El-Nusra pêk tê li dijî gelan qirkirinê pêk bîne. Sînayoya komkujiya ermeniyan û guhartina demografiya herêmê raber bike, tenê ji bo herêmê serwer bike û malbatên çeteyan tê de bi cih bike.”

Di dawiyê de şêxên ereban bang li aliyên Sûriyê kirin ku li dijî artêşa Tirk yek helwest bin.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/P7nHLboU6S0" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>