‘Dibistanên Zirganê dê fêrî bêdengiyê nebin’

Dibistanên Zirganê ku niha ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê vala û bê deng in û li benda xwendekarên xwe ne. 

‘Dibistanên Zirganê dê fêrî bêdengiyê nebin’
‘Dibistanên Zirganê dê fêrî bêdengiyê nebin’
‘Dibistanên Zirganê dê fêrî bêdengiyê nebin’
‘Dibistanên Zirganê dê fêrî bêdengiyê nebin’
‘Dibistanên Zirganê dê fêrî bêdengiyê nebin’
‘Dibistanên Zirganê dê fêrî bêdengiyê nebin’
‘Dibistanên Zirganê dê fêrî bêdengiyê nebin’
‘Dibistanên Zirganê dê fêrî bêdengiyê nebin’
‘Dibistanên Zirganê dê fêrî bêdengiyê nebin’
‘Dibistanên Zirganê dê fêrî bêdengiyê nebin’
19 kanûn, 2019   07:16
HESEKÊ - CÎHAN BÎLGÎN

Li navçeya Zirganê 5, li gundewarên wê jî 84 dibistan hene. JI ber êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê tenê 33 dibistanên gundewarên Zirganê dest perwerdeyê kiriye. Dibistanên li Zirganê yên seretayî û navîn girtî ne. Di van dibistanan de perwerde bi zimanên kurdî û erebî dihat dayîn ku niha hezar şagirt ji xwendinê bê par mane.

Ev zarokên ku ji xwendine bê par mane, li kolanên Zirganê bi hevalên xwe re kom dibin, bi lîstokan  dixwazin hesreta dibistanên xwe derbas bikin û hinek zarok di temenê xwe yê biçûk de karê derve dikin.

Dewleta Tirk a dagirker dibistanên ku dagir kirine, wek baregeh û cihê leşkerî dide bikaranîn û di êrişan de jî dibistan dibin hedefên wan. Mamosteyên navçeya Zirganê ji bo xetere li ser zarokan çênebê dêriyên dibistanan kilît kirine. Dibistanên Zirganê tu demê fêrî bêdengiyeke bi wî awayî nebûye. Korîdorên ku bi bazdana zarokan geş dibû, fêrgehên ku kenên zarokên bêguneh hembez dikirin, niha vala ne. Nê dûr e ku ev rewş biguhere û zarok dîsa hûnandina pêşarojê pêk bînin.

‘MIN BÊRIYA LÎSTOKÊN DI DIBISTANA XWE DE KIRIYE’

Yek ji zarokên dibistana Zirganê Ebdulxefûr Fewaz  refê 6 ye ku li ser kilîtkirina deriyê dibistanê xemgîniya xwe wiha anî ziman: “Em dixwazin ev êriş bi dawî bibe û vegerin dibistanên xwe perwerdê bibînin. Em naxwazin dibistanên me girtî bimenin. Dema ez deriye dibistana xwe girtî dibînin gelekî têşîm êdî bila ev derî bên vekirin. Ez dixwazim bibim mamostê û heger ez bûm jî nahelim şagirtên min di rewşêk wiha êrişan de derbas bibe. Min beriya lêyîstokên din av dibistana xwe kiriye.”

ERKA XWE YA ZIRGANÊ NIHA LI GUNDAN PÊK TÎNE

Mamosteya zimanê kurdî ya dibistana navçeya Zirganê Mahabad Îdrîs Elî ji ber girtina dibistanan erka xwe li gundê Zirganê pêk tîne û her du zarokên xwe jî li mala xwe perwerde dike. Mahabat diyar dike ku dewleta Tirk a  dagirker û çeteyên wê li gundê Zirganê dibistanan dikin hedef û got: “Zarok ji dengê obus û topan ditirsin û ev jî dibe sedem ku nekarin werin dibistanan.  Em dixwazin dibistan di nav aramiyê de bên vekirin û zarok ji xwendinê bê par nemînin. Zarok li ser dibistanên xwe digirîn. Em wek mamoste dibistanên ku li gundan hatine vekirin, em diçin wir û zarokan perwerde dikin. Lê hejmara zarokan ji ber êrişan ne zêde ye. Em hewl didin ku hemû şagirtan bînin dibistanan û wan perwerde bikin.”

Zarokên li kolanan û yên ku kar dikin jî daxwaza di nav aramiyê de vekirina dibistanên xwe dikin.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/AqP85ccbzmg" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>