Ezilkirina Trump li Meclisa Nûneran hate qebûlkirin

Bi hinceta ku peywira xwe baş bi kar nayne, ezilkirina serokê DYA'yê Donald Trump a li Meclisa Nûneran hate qebûlkirin.

Ezilkirina Trump li Meclisa Nûneran hate qebûlkirin
19 kanûn, 2019   07:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Li Meclisa Nûneran ku Demokrat  lê pir in, du xalên ezilkirinê yên ji ber sûcdariyên ku Trump ''peywira xwe bi nebaşî bi kar aniye' û 'sazkariya Kongreyê asteng kiriye'' hate qebûlkirin. Di dengdanê de 197 dengên 'na' û 230 dengên 'erê' derketin.

Dosyaya Trump ji Senatoyê re hate şandin, ji ber ku Komarparêz pir in tê gotin wê derbas nebe.

Di dîroka DYA'yê de der barê serokên berê Andrew Johnson û Bill Clinton de jî li Meclisa Nûneran biryareke wiha hatibû dayîn.

Di daxuyaniya Qesra Spî de li ser biryarê hate gotin ku 'hetîketî’ ye. Di daxuyaniyê de hate gotin ku di rûniştina ezilkirinê  a Komîteyên Îstîxbarat û Edelatê yên Meclisa Nûneran de, tu mafê axaftinê nedane Trump, pêvajo bi rengê 'qirdiktiyê' hate wesifandin.