​​​​​​​Şervanekî Ereb: YPG`ê tevahiya pêkhateyên herêmê komî ser hev kir

Li rex birayê xwe yê ku di Berxwedana Rûmetê de şehîd bûbû, ji destpêkê ve tev li Şoreşa Rojava dibin. Di gelek şerên parastina welatê xwe de cih digire û teqez dike ku YPG`ê tevahiya pêkhateyên herêmê komî ser hev kir. Her wiha bang li tevahiya ciwanan kir ku tev li nav refên hêzê bibin û YPG`ê bi hestîpişta gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê wesifand.

​​​​​​​Şervanekî Ereb: YPG`ê tevahiya pêkhateyên herêmê komî ser hev kir
19 kanûn, 2019   06:31
QAMIŞLO-EHMED SEMÎR-ŞÎNDA EKREM

Mihemed Fewaz El-Nayif ji êla El-Tay a Ereb e. ev êl li herêmên kantona Qamişlo dimîne. Malbata wî bi têkoşîna xwe li herêma Cizîrê ji destpêka Şoreşa 19`ê Tîrmehê ve tê navdar e. Tevî 3 birayên xwe tev li nav refên YPG`ê dibe û xwişkek tev li YPJ`ê dibe. Birayê wî yê mezin Ibrahîm El-Nayif (Ehmed Kor) di 9`ê Cotmehê de di berxwedana Hêzên Sûriya Demokratîk de li hember êrişên  artêşa Tirk a dagirker li ser bajarê Serêkaniyê şehîd dikeve.

Mihemed tevî birayê xwe yê şehîd Ehmed Kor ji leşkeriya neçarî ya Rejîma Sûriyê piştî destpêkirina aloziya Sûriyê qut dibin û tev li nav komîteyên gelêrî dibin ên ku ji hêla gelê herêmê ve ji bo parastina herêmê xwe ji rejîmê û komên çekdar hatine avakirin. Piştî ragihandina avakirina YPG`ê di dawiya 2011`an de her du tev li YPG`ê dibin bi baweriya ku yekîneyê tevahiya pêkhateyên herêmê diparêze û xurtkirina ewlehiya herêmê armanc dike tevî ku şerê her kesî ku hewl de ewlehiya gelê herêmê têk bibe dike.

Şervan Mihemed bûyerek ku pê re derbas bûye beriya ku tev li komîteyên gelêrî bibe vegot: "Di destpêka şoreşê de di 12`ê Tîrmeha 2012`an de ez bi çekê xwe yê ferdî li ser bendek kontrolê bûm. Hinek kes acêb mabûn û digotin ew çi diparêzin? Piştre ketin ferqê ku me ev hêz ji bo parastina gund û bajarên xwe û û rizgarkirina wan ava kiriye. Piştî wê heman kesan teqez kirin ku ew texmîn nedikirin ku em van destkeftiyan bidest bixin."

Mihemed û birayê xwe yê şehîd Ehmed Kor bi hev re tev li piraniya şerên YPG`ê li herêma Cizîrê, li dijî Cebhet El-Nusra li Serêkaniyê, Til Hemîs û Til Koçerê, li dijî çeteyên DAIŞ`ê piştî ragihandina dewleta xîlafetê di Tîrmeha 2014`an de dibin.

‘NE TENÊ BIRAYÊ MIN BÛ, HEVALÊ MIN Ê ÇEKÊ BÛ’

Di navbera Mihemed û birayê wî Ehmed têkiliyek xurt ava dibe. Ji bilî ku birayên hev du ne, êdî dibin hevalên çek û cengan. Di vî warî de Mihemed dibêje: "Ibrahîm ne tenê birayê min bû. Lê belê hevalê min ê çek û cengan bû. Me bi hev re ax û rûmeta xwe parast. Ruxmî nerazîbûna fermandaran, em bi hev re tev li gelek pêngavan bûn. Ji Til Elo û Serêkaniyê heya bigihêje Til Birak, Holê û Şedadê."

Mihemed xwedî dêmên tûj û bedenek bi hêz e dibêje: "Ji bo parastina gel û axa xwe ez tev li YPG`ê bûm. Her kesê hewl dide derbasî axa me be yan jî tehdîd bike çi dewleta Tirk an jî êrişekerek din em ê li berxwe bidin, xwe û axa xwe biparêzin."

YEKÎNEYÊ PÊKHATEYÊN HERÊMÊ KOMÎ SER HEV KIR

Mihemed teqez dike ku YPG`ê yekitiya gelên herêmê parast û ev tişt diyar kirin: "Her kesê dikare tev li YPG`ê bibe Suryan, Ereb û Kurd. Hevalên min di yekîneyê de ji pêkhateyên din hebûn. Di demên vala de me bi hev re diaxivî û behsa cudabûna ku Rejîma Sûriyê di nav me de çandiye û çawa yekîneyê me kom kir dikir."

Şervan Mihemed destnîşan kir ku YPG`ê hestîpişta gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye û wiha domand: "Heta ku tek şervanek ji me bimîne em ê şer bikin. Divê kes xeyal neke ku YPG`ê bidawî bibe. Em li welat û li ser axa xwe ne. Em ê li hember her kesê êrişî me dike liberxwe bidin. Em ji kesekî natirsin."

‘EZ VEGERIYAM JI BO KU RÊYA ŞEHÎDAN BIDOMÎNIM Û ARMANCÊN WAN PÊK BÎNIM’

Piştî bidawîbûna Pêngava Bagera Cizîrê ji bo rizgarkirina herêmên Dêrazorê ji DAIŞ`ê û tunekirina DAIŞ`ê ji aliyê erdnîgarî ve ji tevahiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û di encama hinek şertûmercên malbatî e şervan Mihemed neçar dimîne ji YPG`ê derkeve. Lê piştî destpêkirina êrişên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê Mihemed careke din vedigere nav refên YPG`ê. Girêdayî vê mijarê Mihemed dibêje: "Wijdana min tehemul nekir ku ez li mal bimînim û hevalên min li hember dagirkeriyê liberxwe didin. Min çek rakir û tev li YPG`ê bûm ji bo ku li rex hevalên xwe tax û bajarên xwe biparêzim û şer bikim. Ez vegeriyam ji bo ku rêya şehîdan berdewam bikim û armancên wan pêk bînim."

Piştî vegera ji refên YPG`ê re, berê xwe dide eniyên berxwedana li hemberî êrişên artêşa Tirk a dagirker. Mihemed hîna berxwedana xwe didomîne têkildarî wê got: "Îro roja şeref û rûmetê ye. Divê em rêya şehîdan berdewam bikin. Divê ciwanên me şervanên YPG û YPJ`ê bibînin û mîna wan bikin. Divê tev li YPG`ê bibin. Ji me tê xwestin em li hember dijminên xwe bisekinin. Divê em li hember Tirkiyê çendîn hêza wê xurt be liberxwe bidin. Encama cengê çi dibe bila bibe lê ew ê me bixe dîrokê û wê nifşên bê me bibîr bînin."

Mihemed diyar kir ku pêwîste ciwan bikeve ferqa pêvajoya hesas a ku herêmê tê re derbas dibe û wiha pê de çû: “Îro dijmin li ber derî ye û dixwaze me qir bike. Divê ciwanên herêmê hev du bigirin û tev li YPG`ê bibin ji bo ku wê xurt bikin. Divê em pişta xwe nedin Hêzên Koalîsyonê û hêzên din ên ku hatine herêmê  ji bo ku berjewendiyên xwe biparêzin.”

Mihemed di dawiyê de diyar kir ku Erdogan berê Cebhet El-Nusra derbasî herêmê kir û ew tune bûn û got: "Îro careke din wan kom kir, desteka wan kir û bi çek kir. Di bin ala Artêşa Azad de êrişî me dikin. Ew ne Artêşa Azad in lê belê çete ne. Tu carî em dest ji axa xwe bernadin."

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/pj-0pTZhJ0U" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>