Mihemed Musa: Heke nakokî hebin jî divê xwestekên hevbeş hebin

Sekreterê Partiya Çepê Kurd Sûriyê Mihemed Musa bang li partiyên siyasî yên Kurdan kir ku xwedan îrade bin û di têgihiştina pêvajoyê de serwext bin. Musa got: “Niha partiyên siyasî yên Kurd berpirsyariya çarenûsa gelê Kurd dikeve ser milê wan û dîrok vê yekê ji bîr nake.’

Mihemed Musa: Heke nakokî hebin jî divê xwestekên hevbeş hebin
19 kanûn, 2019   06:00
QAMIŞLO-EHMED SEMÎR

Partiyên kurdî û kurdistanî yên li hundir û derve însiyatîfa yekrêziya kurdî ragihandine, herî dawî jî hunermend û rewşenbîrên Kurd ên li bajarê Koln a Almaniya û fermandarê QSD`ê Mezlûm Ebdî jî banga yekîtiyê kirin. Hêjayî gotinê ku banga yekîtiya ji ber rewşa herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê têre derbas dibe hesas û girîng e, deng veda, di vê derbarê de sekretêrê Partiya Çepê Kurdê Sûriyê Mihemed Musa amaje bi deregmayîna yekîtiya neteweyî ya gelê Kurd û însiyatîfa hatiye ragihandin kir.

Mihemed Musa di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser rêze însiyatîfên yekîtiya kurdî ya li Rojava û got, însiyatîfên Hewlêr 1, Hewlêr 2 û Dihok jî mînaka rêze însiyatîfan e û wiha pê de çû: “Divabû tevgera siyasî ya kurdî bi destpêkirina van rêze însiyatîfan re yekîtiya xwe û projeya xwe ya siyasî ava bikiran. Însiyatîfan hewlesta aliyên siyasî nêzî hev kir lê li ser rû erdê nekarîn yekîtiya xwe ava bikin.”

Di 11’ê Hezîrana 2012`an li bajarê Hewlêrê di navbera Meclisa Niştimanî ya Kurdî ku ji gelek partiyên kurdî yên li Rojava pêk dihat û Meclisa gel a Rojavayê Kurdistanê ku ji gelek partî, rêxistinên jin û ciwanan pêk dihat hate îmzekirin. Armanca vê hevpeymanê xîtaba raya siyasî ya kurdî û avakirina yekîtiyê bû, paşê Hewlêr 2 û Duhok jî hatin lidarxistin lê ji ber ENKS`ê bi ajandeyên derve ve girêdayî ye, zêde dom nekir.

Mihemed Musa bal kişand ser însiyatîfa komîteya Neteweyî ya Kurdistanî-Rojava ku destpêka îsa ragihandin û wiha pê de çû: “Komîteya Neteweyî ya Kurdistanî-Rojava bi armanca yekîtiya kurdî hewldan kirin û bi gelek aliyên siyasî re hevdîtin çêkirin, lê belê ji ber redkirina hin aliyên siyasî û helwesta xwe zelal nekirin bi ser neket.”

Sekretêrê Partiya Çepê Kurdê Sûriyê Mihemed Musa însiyatîfa ku fermandarê giştî yê QSD`ê Mezlûm Ebdî ragihandiye wiha dinirxîne, li ser asta kurdî û kurdistanî bangê deng veda. Ji ber ku Mezlûm têkiliyên xwe bi tevahiya partiyên siyasî yên kurdî û kurdistanî re pêş xist û li helwestên wan guhdarî kir, li gel ku bal kişand ser ku partî nakokiyên navxweyî deynin milekî û li çareseriya guncaw ên xîtabî yekîtiya kurdî dikin bikin.”

‘DIVÊ PROJEYA NETEWEYÎ NEYÊ PAÛGUHKIRIN’

Mihemed Musa got: “Heta niha tiştên yekîtiya siyasî asteng dike buhane ne, mînaka van hincetan jî hebûna girtiyên siyasî di girtîgehên Rêveberiya Xweser de ne, tevî ku Rêveberiyê ev îdîa red kir. Girtiyên siyasî di girtîgan de hene jî divê projeya neteweyî neyê paşguhkirin û heke partiyên siyasî  xwedan daxwaz bin dê bi rûniştina li ser maseyê çareser bibe.”

Sekretêrê partiyê nakokiyên di navbera partiyên siyasî yên kurdî de ku li Başûrê Kurdistanê ne bi bîr xist û got, di salên 90`î de nakokî di navbera Partiya Yekîtiya Demokratî Kurdisanê û Partiya Demokrat a Kurdistanê-Iraq de derket û di encamê de Kurdistan bû qurban, bi hezaran bûn qurban lê belê di dawiyê de her du aliyan nakokiyên xwe danîn milekî û li ser projeya herêma Kurdisanê ya di nava Iraqa fedral li hev kirin.

Di dawiyê de sekretêrê partiya Çepê Kurdê Sûriyê bang li partiyên siyasî kir xwedan îrade bin û got: “Ji ber pêvajo hesas e û çarenûsa gelê Kurd berpirsyariya tevgera siyasî ya kurdî de, li gel ku ew ê dîrok ji bîr neke. Tevî yekê divê nuqteyên hevbeş hebin, ku ew jî yekîtiya xakê û gel e.”

(eh)

ANHA