Li depoya genim a Şergirakê ya dagirkirî gumana boyaxa bijehr!

Berpirsên depoya genim a li gundê Şergirakê diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê hin beşên depoyê rûxandin û 50 ton ceh şewitandin, her wiha alavên wê yên teknîk talan kirin. Berpirsan diyar kir ku depo cih bi cih hatiye boyaxkirin û guman dikin ku ew boyax bi jehr be.

Li depoya genim a Şergirakê ya dagirkirî gumana boyaxa bijehr!
Li depoya genim a Şergirakê ya dagirkirî gumana boyaxa bijehr!
Li depoya genim a Şergirakê ya dagirkirî gumana boyaxa bijehr!
Li depoya genim a Şergirakê ya dagirkirî gumana boyaxa bijehr!
18 kanûn, 2019   08:15
EYN ÎSA

Di encama êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de ku 9‘ê Cotmeha îsal dest pê kir, depoya Şergirakê ya 12 km dikeve rojhilatê navçeya Eyn Îsayê di 17’ê Cotmehê de, hate dagirkirin.

Depo li ser rêya M4 ya navneteweyî ye û bi kapasîteya xwe ya 120 hezar ton li kantona  Girê Spî depoya herî mezin e.

Di 9‘ê Kanûna 2019‘an de bi navbeynkariya Rûsan karkerên depoya genim ji bo 3 seatan çûn depoyê û teknîk û rewşa wê kontrol kirin, piştre careke din ji aliyê artêşa Tirk ve hatin derxistin û depo niha di bin dagirkeriya dewleta Tirk de ye.

Berpirsyarê depoya genim Şêx Mihemed Ebdo têkildarî ziyanên ku ji ber êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê gihîştine depoyê ev agahî da: "Piştî kontrolkirina depoyê navenda rêveberiya depoyê hatiye teqandin. Her wiha cihê kontrola depoyê ku genim ji jor tîne jêr, bi obusan hatiye armancgirtin û xerakirin. Kabloyên elektrîkê (kehrebe) jî hatine qutkirin."

Şêx Mihemed Ebo diyar kir ku depoya binerd ku 50 ton ceh tê de hebû, bi temamî hate şewitandin, her wiha gelek alavên wê hatine şewitandin û xerakirin û talankirin.

Şêx Mihemed Ebdo destnîşan kir ku hêzên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê boyaxeke nû li dîwarên saziyeke depoyê xistiye û guman heye ku madeyeke bijehr be.

Berpirsê depoyê Şêx Mihemed Ebdo diyar kir ku gelek alavên depoyê ziyan dîtîne, ji ber wê nikarin genim jê derxin.

Artêşa Tirk û çeteyên wê duh careke din bi dehan kamyonan hatibûn depoyê û depo dîsa talan kiribû.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/fpz8IJL_TWg" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>