ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 18-12-2019

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 18-12-2019
18 kanûn, 2019   05:00

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê werin şopandin.

-Qonaxa Duyemîn a Berxwedana Serdemê ya Efrînê dê were şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

- Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk (NRLS) dîdarekî li ser qirkirina nijadî û guhertina demografîk li Bakur û Rojhilatê Sûriyê li  dixe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Lîgeya radeya yekamîn a herêma Cizîrê ya sala 2019‘an a futbolê li Stada 12‘ê Adarê ya bajarê Qamişlo bi dawî bibe, saet 13:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hevalên kar behsa kesayet, ked, têkoşîna rojnamegerî ya şehîd rojnamevan Rizgar Adanmîş dema li Rojava bû dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Bozan Mihemed Seyîd Ehmed û biryarê xwe Yasir ên ji gundê Celkê yê bakurê navçeya Eyn Îsayê ne ji aliyê artêşa Tirk û çeteyên wê ve hatine revandin. Ji malbata wan 17 kesên din hatine dîlgirtin. Malbat bang li rêxistinên mirovî dike ku kufletên wan û çi kesên hatin revandin, rizgar bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Berpirsên depoya genim a li gundê Şergirakê diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê beşên ji depoyê rûxandin û 50 ton ceh şewitandin, her wiha alavên wê yên teknîkî talan kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Hunermendên ji navçeya Dirbêsiyê gotin: "Li dijî gelê Kurd siyasetên qirkirinê têne meşandin. Dem dema yekitiya kurdî ye. Tekane bijêrka me rêxistina refa kurdî û dûrketina ji berjewendiyên takekesî ye." (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIWAN

-Endamên rêxistinên jinên ciwan girîngiya xurtkirina pergala parastinê kirin û bang li ciwanan kirin ku tev li nava refên  YPJ û YPG‘ê bibin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ÇAND Û HUNER

-Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya bajarê Minbic û gundewarê wê semînerekê bi navê "Zimanê erebî, avabûn, belavbûn û bandor" li Pirtûkxaneya Mihemed Mele Xizêl organîze dike, saet 11:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Buroya Karûbarên Ol û Baweriyan a Herêma Cizîrê panelekê bi boneya Cejna Rojiya "Êzî" li navenda Aso ya Şêwir û Lêkolînên Stratejîk a navçeya Amûdê li dar dixe, saet 11:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Komeke ciwanên Kurd ji bo ku balê bikşînin ser têkoşîna rojnamegerên Kurd li Rojava ya di nava şer de, bi derfetên kêm kurtefîlmek amade kirin. Ev Kurtefîlm di Mîhrecana Kurtefîlan a li Iraqê hate pêşandan. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

-Cotkarên kantona Kobanê tevî zor û zehmetiyan çandiniya genim û ceh bi dawî kirin, niha jî bendewarên barê û musimê ne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Xetere li ser gelê Zirganê heye lê şêniyên wê li dijî vê xetereyê jî berxwedanê hildibijêrin û dev ji axa xwe bernadin. Şênî dibêjin bi rojan e êriş li ser wan hene lê belê ew destûra dagirkirinê nadin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Gerînendeya Perwerde û Fêrkirinê şaxê kantona Hesekê bi hevkariya Rêveberiya Xweser di herftiya pêş de li kampa Waşûkanî dest bi projeya perwerdeyê bikin.Li ser vî esasî 11 kon hatine veqetandin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Komîteya Jîngehê û Şaredariyan a kantona Hesekê ya rojhilatî Sûriyê, milyarek ji bo projeyên stratejîk veqetand. Proje ji kanalizasyon, av û sererastkirina rêyan pêk tê û 35 şaredariyên kantonê dê pê re bin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA