`Bi bedenê xwe ji me qut bû lê giyan û fikrên wî yên azad di me de zindî ne`

Hevalên kar behsa kesayet, ked, têkoşîna rojnamegerî ya şehîd rojnamevan Rizgar Adanmîş dema li Rojava bû dikin.

`Bi bedenê xwe ji me qut bû lê giyan û fikrên wî yên azad di me de zindî ne`
`Bi bedenê xwe ji me qut bû lê giyan û fikrên wî yên azad di me de zindî ne`
`Bi bedenê xwe ji me qut bû lê giyan û fikrên wî yên azad di me de zindî ne`
`Bi bedenê xwe ji me qut bû lê giyan û fikrên wî yên azad di me de zindî ne`
`Bi bedenê xwe ji me qut bû lê giyan û fikrên wî yên azad di me de zindî ne`
`Bi bedenê xwe ji me qut bû lê giyan û fikrên wî yên azad di me de zindî ne`
`Bi bedenê xwe ji me qut bû lê giyan û fikrên wî yên azad di me de zindî ne`
`Bi bedenê xwe ji me qut bû lê giyan û fikrên wî yên azad di me de zindî ne`
`Bi bedenê xwe ji me qut bû lê giyan û fikrên wî yên azad di me de zindî ne`
`Bi bedenê xwe ji me qut bû lê giyan û fikrên wî yên azad di me de zindî ne`
`Bi bedenê xwe ji me qut bû lê giyan û fikrên wî yên azad di me de zindî ne`
18 kanûn, 2019   05:35
QAMIŞLO-ŞÎNDA EKREM

`Heya ji min were ez ê xwe biparêzim. Lê ji bo vê gelî û ragihandina kurdî heger wêneyek tenê rewşê bide guhertin, bêyî ku bifikirim ez ê ji bo vê wêneyê canê xwe bidim‘

Ev peyvên Rizgar Deniz e xwediyê pênûsa azad, gotinên xweş, azadîxwaz û xwediyê dîrokek tijî westan û têkoşîn.

Îro salvegera duyemîn a şehadeta rojnamevanê ajansa me Rizgar Adanmiş anku Rizgar Denîz e. Rizgar di 12`ê Cotmeha 2017`an de di encama êrişa DAIŞ`ê de li ser rêya El-Xurafî ya di navbera Dêrazorê û Hesekê de birîndar dibe. Piştî zêdeyî 70 rojî ji ber giraniya birînên xwe di 18`ê Kanûna heman salê de şehîd dikeve.

 ‘HATINA WÎ GIYANA ME YA WELATPARÊZIYÊ ZÊDE KIR‘

Hevalê kar ê şehîd Rizgar, rojnamevan Ehmed Mihemed li ser naskirina xwe ya bi Rizgar re diyar dike ku wê destpêka 2014`an dema êrişên Cebhet El-Nusra û DAIŞ`ê li ser herêmên Rizgar nas kir û wiha domand: "Şehîd Rizgar bi hatina xwe ya ji Rojava re giyanê me yê welatparêziyê bi  hêztir kir.  Ji bo ku bûyerên rû didin bişopînin û dengê me bigihînin cîhanê di dema ku hejmara rojnamevanan kêm bû hat Rojava."

ROJNAMEGERÎ PEJIRAND JI BO KU DÎROKA NEHATIYE NIVÎSÎN BINIVÎSE

Rizgar ji bo piştgiriya gelê Kurd yê xwedî dîrokek tijî êş xebatê rojnamegeriyê pejirand. Rizgar tevî malbata xwe ji ber hovîtî û zulma dewleta Tirk azar kişandiye û ji gundê xwe yê li Bakurê Kurdistanê hate koçberkirin.

Mihemed destnîşan kir ku Rizgar ji ber êş û azarên kişandî karê ragihandinê hilbijart da ku rastiya azarên gelê xwe ragihîne û got, "Ji ber ku binpêkirinên li ser kurdan dihatin meşandin di ragihandinê de hatibû paşguhkirin."

WESTANDIN NASNEDIKIR, ROJNAMEVANÊ ERKÊN GIRAN BÛ

Ehmed Mihemed di berdewama gotinên xwe de behsa kesayeta Rizgar û karê wî di rojnamegeriyê de kir û got: "Ez bi kesayeta şehîd Rizgar bi bandor bûm. Wî westandin û zehmetî bi taybet di warê ziman de nasnedikir. Rojava bi pêkhateyên xwe dewlemend e ji Ereb, Kurd, Suryan û yên din tevî wê jî Rizgar zû fêr dibû.

Rojekê bi xurbetiyê yan jî dûrî mala xwe ye nehesî. Xwedî kesayetek bi nirx bû çîrokên gel dinivîsand, bi derdora xwe re parve dikir. Hevalên fêrî rojnamegeriyê dikir ji ber ku di fakulteya rojnamegeriyê ya herêma Başûrê Kurdistanê de xwendibû."

Ji aliyê xwe ve nûçegihanê me Ehmed Semîr dibêje: "Min şehîd Rizgar di destpêka 2017`an de nas kir. Bi çalakbûna wî di kar de bandor bûm. Ranediwestiya. Têkiliyên wî bi civakê re xurt bû. Tevahiya rojnamevanan teşwîq dikir ku ji karê xwe hez bikin û digot divê hûn ji gel qut nebin. Ê ku qut bibe hebûna wî tune ye."

Semîr di nav gotinên xwe de diyar kir ku şehîd Rizgar gelek şarezayên rojnamegeriyê û teknîkên wê fêrî me kir.

TÊKOŞÎNA DAGIRTÎ YA ŞEHÎD LI ROJAVA

Şehîd Rizgar pêşketinên Şoreşa 19`ê Tîrmehê û gelek pêngavên YPG û YPJ`ê yên li dijî DAIŞ û El-Nusrayê kêlî bi kêlî bi pênûs û kamîreya xwe şopandin. Ji wan pêngavên rizgarkirina bajarokê Til Hemîs û Til Birakê, pêngava rizgarkirina çiyayê Ebdulezîz ( Kizwan), pêngava rizgarkirina bajarê Girê Spî, pêngava rizgarkirina bajarokê Holê ya rojhilatê Hesekê û herî dawîn şerên Dêrazorê.

Li rex wê jî serpêhatiyên Êzidiyên Şengalê û yên di kampên Rojava de şopand.

ISRAR KIR KU PÊNGAVA DAWÎN A QSD`Ê LI DÊRAZORÊ BIŞOPÎNE

Di 2017`an de pêngava QSD`ê li dijî DAIŞ`ê li Reqayê berdewam bûn. Lew ra şehîd Rizgar  ji Şengalê berê xwe da Rojava lê wê demê derfet jê re peyda nebû.

Ji ber wê wek rojnamevan di Stêrk TV`ê de bi awayekî demkî kar dike heya careke din bi Îlona heman salê vegerî karê xwe di ANAH`yê de.

Ji ber ku hîn bibû ku di bûyerek girîng de xwe îsbat bike, Rizgar xwest pêngava Rizgarkirina gundewarê Dêrazorê ji çeteyên DAIŞ`ê bişopîne ku di 9`ê Îlona 2017`an de ji aliyê QSD‘ê ve destpê kir. Ji ber wê berê xwe da gundewarê Dêrazorê û kêlî bi kêlî  berxwedana şervanan û azarên sivîlan a ji ber hovîtya çeteyên DAIŞ‘ê şopand. 

DILÊR BÛ Û CIHÊ TIRES DI DILÊ WÎ DE TUNE BÛ

Dilêr bû û cihê tirsê di dilê wî de tune bû. Di eniyên pêşîn de bû û hewl dida pêşketinên nû bişopîne. Dema bi hevalên xwe yên rojnamevan Dilîşan Îbiş û Hogir Mihemed bûyerên rizgarkirina sivîlan ji çeteyên DAIŞ dişopandin, çeteyan bi du erebeyên bombebarkirî êrişî şêniyên ku ji dorpêçê ber bi Hêzên Sûrya Demokratîk ve derevîn kirin û her du ereb di nav şêniyan de teqandin.

Di encamê de rojnamevan Dilîşan Îbiş şehîd dikeve, Hogir birîndar dibe û piştî çend rojan ji ber birînên xwe şehîd dikeve. Rizgar ji nexweşxaneyên Qamişlo û piştre Şamê re tê rakirin. Lê piştî berxwedana 70 rojan ji ber rewşa wî ya giran di 18`ê Kanûna 2017`an de şehîd dikeve. Cenazeyê şehîd Rizgar piştî lidarxistina merasîma oxirkirina li Qamişlo, li Wargeha Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê tê veşartin.

DIBE KU BI BEDENÊ XWE JI ME DÛR BE LÊ GIYAN Û FIKRÊN WÎ DI DILÊ ME DE ZINDÎ NE

Ehmed Mihemed got: "Şehîd Rizgar ji aliyê bedenî ve ji me qut bû lê giyan û fikrê wî di dilê me de zindî ne da ku rêya wî bişopînin. Şehîd Seed Ehmed ê ku di 13`ê Cotmehê de ji hêla artêşa Tirk a dagirker ve şehîd dikeve ji nav hevalên ku soz dane rêya şehîd Rizgar bişopînin ji bo ku gel bigihêje azadiya xwe."

Ehmed Semîr jî dibêje: "Piştî şehadeta her sê hevalan Dilîşan, Hogir û Rizgar israr û vîna me zêde bûn ji bo ku rêya wan bişopînin û dengê gelê xwe bigihînin raya cîhanî."

(şx)

ANHA