AAN: Çeteyên Tirkiyê cezayê heta hetayî li 9 sivîlên ji Efrînê birîn

Li gorî nuçeya AAN‘ê çeteyên dewleta Tirk a dagirker cezayê girtinê heta hetayê li 9 sivîlên Efrînê birîn.

AAN: Çeteyên Tirkiyê cezayê heta hetayî li 9 sivîlên ji Efrînê birîn
17 kanûn, 2019   20:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê kiryarên xwe yên dermirovî û li dijî sivîlan berdewam dikin.

Li gorî Tora Çalakvanên Efrînê (AAN) çeteyan îro cezayê girtinê heta hetayî li  9 sivîlên Efrînê birin ku beriya niha bi tewanên ne di cih de ew revandin.

Kesên cenaze li wan hatine birîn ji gundê Umer Oşaxê yê navçaya Mabatayê ne û navêm wiha ne: "Firas Faîqa Kelkawî, Hemûda Xelûsî Cafer, Îş Mihemed Miho, Mesûd Mecîd Kelkelwaî, Cengîz Mustefa Nasan, Ehmed Mihemed Îbiş, Reşîd Sebrî Meho, Idrîs Mustefa Nasan û Hisên Ehmed Mekawî".

ANHA