Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Dêrazorê rê li ber teqîneke mezin girt

Ekîpa bêbandorkirina mayînan a Hêzên Ewlekariya Hundirîn li gundewarê rojhilatê Dêrazorê mayîneke bi giraniya 15 KG ji madeya TNT a teqemiya giran bê bandor kir.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Dêrazorê rê li ber teqîneke mezin girt
17 kanûn, 2019   19:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn li ser mijarê ev agahî da: "Li ser agahiyên bendeke kontrolê ku madeyek bi guman li ser rêya di navbera herêma Bisêra û Şihêl de nêzî çarxerêya Etal a heye,  dewriyeyên Hêzên Ewlekariya Hundirîn û pirsporên teqemeniyê dimildest berî dan cihê diyar e.

Dewriye rê bi temanî qut kir û sivîl jê rûxistin. Yekîkeyên Endizyariyê made keşif kirin. Derket ku mayîneke bi giraniya 15 KG ji madeya TNT ya teqemeniya giran e. Yekîne mayîn bê bandor kir."