FATF: Dibe ku Tirkiye ji ber piştgiriya terorê bikeve lîsteya gewr

Saziya FATF hişyarî da Tirkiyê û diyar kir ku dibe ku ji ber piştgiriya terorê û çalakiyên safîkirina pereyên neqanûnî ku pê radibe, bikeve lîsteya gewr.

FATF: Dibe ku Tirkiye ji ber piştgiriya terorê bikeve lîsteya gewr
17 kanûn, 2019   12:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya Financial Times a Brîtanyayê li gorî raporeteke Financial Action Task Force (FATF) diyar kir ku eger Enqere nikare di sala 2020`an de rewşa welêt baş bike, dê rastî xetereya ketina nava lîsteya gewr were. Ev yek jî potansiyela wê ya kişandina fînansmana biyanî dixe xetereyê.

Li gorî raportê, li Tirkiyê gelek pîvan tune ne û Enqere niha di bin çavdêriya taybet a rêxistinê de ye ku di sala 1989`an de ji bo têkoşîna li dijî safîkirian pereyên neqanûnî û fînansa terorê, her wiha gefên din ên dişibin sîstema pereyan a navneteweyî, hatiye avakirin.

Di raportê de, îşaret pê hate kirin ku Enqere di têkoşîna li dijî rêxistinên terorê de, ne cidî ye.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê beriya çend mehan, şîrket û karsazên Tirkiyê wek aliyên girêdayî komên radîkal wekî DAIŞ`ê, hesibandin.

(cx)